Veli Küçük (jdb. 9ê gulana 1944an, li gundê Türkmen köyü ya, Gölpazarı, Bilecik) mîrlîwayê malnişînîbûyî, girêgirê kontrgerîlla û hêzên operasyonên taybet ê artêşa tirk e. Di têkoşîna bi PKKê, şewitandina gundên kurdan de xwedî erk bû. Niha girtî ye, bi endametiya Ergenekonê, skandala Susurlukê, kujtin û windakirina hin karsazên kurd tê darizandin.

Veli Küçük
Jidayikbûn9 gulan 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Türkmen, Gölpazarı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Kuleli Military High School
  • Turkish Military Academy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Wekî fermandarê hengê li Kurdistanê li parêzgehên Agirî, Wanê xebitiye, tevlî operasyonên artêşê yên başûrê Kurdistanê bûye. Bi giregirên kontrgelîlla yên wekî Abdullah Çatlı, Yeşil re xêbitiye. Navê wî di derbeyên leşkerî yên Azerbaycanê de derbas dibe. Ji gelek kujtin, windakirin, êşkence û operasyonên dijî mafê mirovan û zagonên şer in de derbas dibe.

Girêdanên derve biguhêre