Piyaza zeytûnê
Piyaza zeytûnê navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Herwiha di pêjgeha ermenî, pêjgeha îtalî û pêjgeha balkanî de cihê wê heye.
Zeytûn seleteyan çêjdar dike. Seleteyên herî bitehm ên Kurdistanê, yên herêma Soranê ne. Dîsa seleteyên rojhilatê Kurdistanê jî ji aliyê dewlemendiya biharbêhn û melzemeyên xwe ve gelek navdar in. Li bakurê Kurdistanê jî seleteyên gelek bitehm tên xwarin.
Berkeliya pîyaza bi zeytûn a Dîlokê biguhêre
Çêkirin biguhêre
Zeytûn, bexdenûs, pîvazê yeko yeko hûr bikin, sîrê bikutin. Hemiyan tevlîhev bikin. Li binikên xwarinê belav bikin. Ava hinarê biser de bikin û bi hebikên (dendikên) hinarê binikan bixemilînin.