Tirşîn, tirşî awayekê parastina sebze û fêkiyan e. Di pêjgeha kurd de cihekê wê yê girîng heye. Li Asya û Ewropayê gelek cureyên wê tên xwarin. Ji kurdan derbasê tirkan jî bûye ku bi tirkî dibêjin turşu.

Tirşîn ji Şamê.
Ji Sîngaporê.

Sebze û fêkî di nava şoriyê de tên sekinandin û ev rêbaza han mejûyê bikaranînê dirêj dike. Ji demên pirr berê ve ev teknîk hatiye bikaranîn ku mirov bikaribin zivistanê jî fêkî û sebzeyan bixwin.

Di dema nûjen de ji ber ku sarinc hene êdî ne ji bo dirêjkirina mejûyê bikaranînê, bo daxwazê tirşîn tên çêkirin.

Tirşînên sereke yên pêjgeha kurd biguhêre

Sebze û fêkiyên sereke yên tirşînê biguhêre

Tirşîna Îdirê navdar e. Herwiha li Amed û Rihayê jî tirşînên gelek bitehm tên xwarin.