Pêjgeha kurdî

(Ji Pêjgeha kurd hat beralîkirin)

Pêjgeha kurd, aşpêjxaneya kurdî, kulîna kurdî, metbexî kurdî, xwarinên kurdî ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.

Destexaneyek (sifre) ji herêma Şingalê
Nanê tendûrê
Xingal, bi tevî îsot, rûnê nivîşkî û çêncê
Qedayîf li Kurdistanê jî hezkirî ye
Gelek cureyên hûr (xwarin)ê hene
Cacix
Gulol
Tirşîn (Dihok)
Tirşika Mêrdînê
Şilikî
Kutilka dîlanê

Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyariyê bûne.

Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.

Li Kurdistanê herwiha suryanî, ereb, terekeme, tirkoman jî dijîn. Dewlemendiya çanda wan a xwarinê jî tevlî ya kurdan bûye. Cure cure xwarinên sebzeyê, bi cure cure nanan tê xwarin. Seleteyên kurdî pirranî ji arûf (xiyar), fringî (bacanê sor), pîvaza heşîn, bexdenûs, kahû û biharbêhnan (biharat) e.

Taştêyên kurdî jî gelek dewlemend in. Hingiv, toraq, cureyên penîran, hêk, zeytûn, fêkî xwarinên bingehîn ên taştêyê ne. Bo vexwarinê jî pirranî çaya reş tê ser destexaneya kurdî.

Trî bûye Trauben, xwînî bûye Wine, Wein, le Vin biguhêre

Kurdistan warê rezvaniyê ye. Pirr berê bav-kalên kurdan rezvanî bipêş xistine, ji tiriyê nîmetên cuda cuda hilberîne. Peyva tirî derbasî gelek zimanan, herwekî yên Ewropayê jî bûye. Bi almanî tirî, Trauben e. Ji tiriyê şerab çêkirine, jê re xwînî gotine. Lewra dişibiya xwînê.

Peyva şerab rengdêrek e, di wateyê "ava şor a şêran". Xwînî bi hatine Îskenderê Mezin an pirr berê ve wekî gwînî, wîn, vinum, kvinum derbasî yewnanî û latînî, ji wê jî derbasî zimanên nûjen ên îro yên li ewropa bûye. Bi latînî vinum, bi almanî Wein, bi îngîlîzî wine, fransî vin e ku hemî jî ji peyva kurdî xwînî (wekî xwînê) bingeha xwe digirin.

Bandora xwarinên kurdî gelek e biguhêre

Xwarinên kurd bandoreke mezin li xwarinên gelên cîran kirine, gelek cureyê xwarinê herçendî navên wan jî bi kurdî ne, di qada navneteweyî de li ser gelên din tên hejmartin. Sedem, nebûna dem û dezgehên kurdî ye.

Xwarinên kurd ji pêdivî, bandor û xwezaya jiyana wan in. Heger koçerî kiribîn bo mînak nanê sêlê bipêş xistine, lewra bi xwe re gerandina tendûrê dijwar e. Heger cotyar bûne, xwarinên sebze, heger rezvanî kiribin bo mînak pelên (pelgên) tirîyan bikaranîne. Li peravên Deryaya Navîn ku êlên kurdan li wir dijiyan û bi damezrandina komara Tirkiyeyê re ji wir birêkûpêk hatin derxistin, xwarinên deryayî, xwarinên ji goştê masiyan bipêşketibû.

Xwarinên kurd, ermenî, faris, mazenderanî, gilakî, efxan, azerî û qefqasiyan gelek dişibin hevûdu. Herwiha hin cureyên xwarinê ji kurdan derbasê romî (tirk), ereb, yewnanî, laz, terekeme, suryanî û gelên din ên herêmê jî bûne, yan xwarinên wan ketine nav xwarinên kurdî.

Mirov dikare bêje, giraniya xwarinên kurd li se sebze, berhemên şîr, pincarên xwezayî, berhemên hevîrî û goşt in.

Pêjgehên herêmên Kurdistanê biguhêre

Di navbera giraniya aboriyê û xwarek-vexwarekên kurdî de têkiliyeke rasterast heye. Heger li herêmê cotyarî serdest be, hêyavk, selete, xwarinên quşxaneyê rengareng bûne. Heger xwedîkirina ajalên malê pêşketî be, xwarinên ji berhemên şîr, zad, bigoşt zêde bûne. Bazara xurdemeniyan, avhewa, parastina xurdemeniyan, erdnîgarî ûêd bandora xwe li taybetiyên pêjgeha kurd kirine.

Heya bigire şer, komkujî, serhildanan jî rengê xwe dane xwarin-vexwarinên kurdî. Bo mînak di demên şer de xela, koçberî rûdida, mêr dihatin kujtin, jinan nedikarîn di demekê kurt de karên zilamên xwe bikin, heger cotyar bana, erd û zeviyên xwe dihîştin diçûn bajaran. Rewş û awayê aboriyê, alav û teknîkên debareya malê dihatin guhertin.

Pirr dijwar e ku mirov xwarin-vexwarinên kurdî li herêman parve bike. Lewra heya niha ti xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin, nav û têgînên pêjgeha kurd nehatine standardkirin.

Şaxên sereke yên xwarinên kurd biguhêre

Hin xwarinên kurdî yên navdar biguhêre

Ji Ehmedê Xanî biguhêre

Elqisse, bi şewketa xwe ew Mîr
rabû, bi xwe bûye çaşinîgîr

Kêşa wî bi meclîsa xwe (deste)xanek
goya kire ferşî asîmanek

Qursê Meh û Mîhrê asîmanî
înan te digot bi cayê nanî

Ev lengeriyêd î zîv û zêrîn
suhbet felekêd î jor û jêrîn

Her sehnê mezin mîsalê bircek
Serpoşê li ser rengê durcek

Her tebsî û kaseyêd î fexfûr
yek exterê pirziya yê pirnûr

Cedî û Hemelê di asîmanî
biryan û kebabê mîhemanî

Her kase û tebsiyêd yek enbar
serşar î şebihê nefsê emmar

Enwayê teamê çerp û şîrîn
elwanê xida û nuqlê rengîn

Van meşrebe û eyaxê çînî
dewran dikirin bi nazenînî

Seyyare sifet bi geşt û seyran
Herçî ku didî, dimayî heyran

Narinc û turunc û nar û leymû
newbaweyê şaxîsarê mînû

Fanîz û nebat û qend û şeker
mawerd û zebad û misk û enber

Hindan dikirin meîde, xaze
Hindan dikirin dîmaxî taze

Mecmer geriyan bi ûd û enber

Bûn cûmle meşamê can muetter

— Ehmedê Xanî

Binêrin biguhêre

Çavkanî biguhêre