Sîr (Allium sativum) riwekek ji malbata famîleya sîr û pîvazan (Allioideae) ye ku ew jî binekomeke Alliaceae ye. Strîlokên wê çi xavî, çi wekî biharbêhn (biharat) jî tên xwarin. Hin cureyên wê dikevin koma hejikan, lewra dibin hejik.

Di kulîna, pêjgeha kurd de cihekê wê yê girîng heye. Di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Herwiha di bijîşkiya gelêrî û wêjeya kurd a devkî de navdar e. Ji sîra bejî re sîrim an sîrimok tê gotin. Bi şaşî li hin deveran jê re nanê çivîkan, nanê çûçikan tê gotin lê ew riwekek, herwiha pincarek din e.

Li dora 500-700 cureyên wê hene. Hin riwek hene gelek dişibin sîrimê, heger mirov wan jî bijmêre, cureyên wê ji hezarê derbastir dikin.

Cureyên wê di zanistiyê de biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 tebax 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 gulan 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Brian Mathew: A review of Allium sect. Allium. Kew : The Royal Botanic Gardens, Kew, 1996, ISBN 0-947643-93-1