Zimanên Hindistanê yan jî zimanên ku li Hindistanê têne axaftin, temamiya zimanan e ku li Hindistanê têne axaftin in û bi tevahî ji 400 ziman û zaravayan pêk tên. Zimanê hindî û Zimanê îngilîzî, zimanê fermî ya welêt e û di hemû belgeyên fermî de Zimanê hindî û Zimanê îngilîzî wekê zimanê sereke têne bikaranîn.

Nexşeya zimanên li parzemîna Hindistanê. (Li ser nexşeyê zimanên Nihalî, Kusunda û Thayî nayên nîşandan)
Tabloya senifandina zimanên Hindo-Aryenî yên Hindistanê

Zimanên ku li Hindistanê têne axaftin ji çend malbatên zimanan in. Zimanên sereke zimanên hind û ewropî ye ku ji hêla rêjeya ji sedî 78.05 hindîyan ve têne axaftin.[1][2] Zimanek dinê ku aliyê girseyek girîng ve tê axaftin zimanên dravidî ye ku ji hêla rêjeya ji sedî 19.64 hindîyan ve têne axaftin in.[3][4] Ev her du malbat bi hev re carinan wekî zimanê hindî têne zanîn

Zimanên fermî biguhêre

Dagirkirina Birîtanyê ya Hindistanê, bandor li welat kiriye ku zimanê îngîlîzî li welat bûye zimanê perwerdehî û zimanê karsaziyê. Zimanê îngilîzî bi destûra bingehîn a welat li welat bûye zimanê fermî ya Hindistanê.[5]

Di roja îro de zimanê îngilîzî bi zimanê hindî re li welat bi awayekî fermî tê bikaranîn.

Pirzimanî biguhêre

 
Pirzimanî li balafirgehên navneteweyî yên Hindistanê gelemperî ye. Nîşanek araste kirina li Balafirgeha Navneteweyî ya Imphalê bi zimanên Meitei (bi fermî Manipuri), hindî û îngilîzî tê xuyakirin.

Serjimara sala 2011an a Hindistanê biguhêre

Zimanên Yekem, Duyemîn û Sêyem li gorî hejmara axêverên Hindistanê (li gorî serjimariya sala 2011an) biguhêre

Ziman Axêverên zimanê yekem Axêverên zimanê yekem

wekî ji sedî nifûsa giştî

Axaftvanên zimanê duyemîn

(milyon)

Axêverên zimanê sêyem

(milyon)

Bi tevahî axêver (milyon) Tevahiya axaftvan wekî ji

sedî nifûsa giştî

Hindî 528.347.193 43,63 139 24 692 57.1
Bengalî 97.237.669 8.30 9 1 107 8.9
Maratî 83.026.680 6.86 13 3 99 8.2
Teluguyî 81.127.740 6.70 12 1 95 7.8
Tamîlî 69.026.881 5.70 7 1 77 6.3
Gujaratî 55.492.554 4.58 4 1 60 5.0
Ûrdûyî 50.772.631 4.19 11 1 63 5.2
Kanadayî 43.706.512 3.61 14 1 59 4.9
Odia 37.521.324 3.10 5 0.03 43 3.5
Malayalamî 34.838.819 2.88 0.05 0.02 36 2.9
Pencabî 33.124.726 2.74 0.03 0.003 36 3.0
Assamese 15.311.351 1.26 7.48 0.74 24 2.0
Maithili 13.583.464 1.12 0.03 0.003 14 1.2
Meitei (Manipurî) 1.761.079 0.15 0.4 0.04 2.25 0.2
Îngilîzî 259.678 0.02 83 46 129 10.6
Sanskrîtî 24.821 0.00185 0.01 0.003 0.025 0.002

Ethnologue (çapa 2019, 22an) li seranserê cîhanê biguhêre

Lîsteya jêrîn ji hemî axaftvanên zimanên li parzemîna hindî yên ku li çaraliyê cîhanê ye di çapa sala 2019an a Ethnologue (Etnolojî) de hatiye weşandin.[6]

Ziman Bi tevahî axaftvan (milyon)
Hindî 615
Bengalî 265
Ûrdûyî 170
Pencabî 126
Maratî 95
Teluguyî 93
Tamilî 81
Gujaratî 61
Kanadayî 56
Odia 38
Malayalamî 38
Assamese 15
Santali 7
Meitei (Manipurî) 1.7
Sanskritî 0.025

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Indo-Aryan languages | Characteristics, Origin, Countries, History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Dravidian languages | History, Grammar, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ Kak, Subhash (1 kanûna paşîn 1996). "Indic Language Families and Indo-European". Yavanika.
  4. ^ Reynolds, Mike; Verma, Mahendra (2007). Britain, David (edîtor). Indic languages. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 293–307. ISBN 978-0-521-79488-6.
  5. ^ Guha, Ramachandra (10 sibat 2011). India After Gandhi: The History of the World's Largest Democracy (bi îngilîzî). Pan Macmillan. ISBN 978-0-330-54020-9.
  6. ^ "ethnologue.com/statistics/size".