Di zimannasiyê de, zimanên pesendkirî ew ziman in (sax yan mirî) ku hatine belgekirin wî heta îroj jî mane. Berjeng jî dikarin tomarkirin, nivîs, wêje yan jî nivîstek bin. Berevajî, zimanên nepesendkirî ku dibe ku ti berjeng li ser hebûna wan tune be yan jî hemû berjeng wenda bûbin yan jî bi awayekî farazî wek proto-ziman li gorî veavakirina zimannasî hatibe çêkirin.

Di zimanê pesendkirî de şêweyin taybet yên peyvan hatine bikaranîn ku tê zanîn ku di wêje, nivîs an axaftinên nivîskî de hebûn wek teşeyên pesendkirî tên binavkirin. Lê teşeyên nepesendkirî bi awayekî farazî li ser bingehên berjengên nerasterast (wek şêweyên etîmolojîk) hatine bidestxistin. Di zimannasiyê de pirraniya teşeyên nepesendkirî bi nîşana stêrkê (*) tên diyarkirin.

Herwiha biguhêre