Nynorsk ankû Landsmål (bixwîne: landsmol), yek ji wan herdû zaravayên norwêcî ên ku heta roja me tên axiftin a. Zaravayê din jî jê re bokmål (bixwîne bûkmol) tê gotin. Nynorsk, di naqabîna ji sadî 10 û an jî 15 de tê axiftin. Weke "zimanê vegotinê (talemål)" jî tê binavkirin. Berî ku jê re dihat gotin nynorsk, jê re dihat gotin landsmål. Bi teybetî, di roja me de, nynorsk, di norwêcê de, weke zimanê ku di pirtûkê perwerde de tê jiyîn a. Wekî din jî, weke zaravayekî teybetî ê ku di sazîyê dewletê ên fermî de tê bikar hanîn a jî. Di nava welêt de nynorsk di têkildanîn de tê bikar hanîn. Ivar Aasen, weke yê ku di temenê vê zaravayê avêtîya jî tê nasîn.

Zimanê nynorsk
Nynorsk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Ziman
  • standard language
  • written language
  • målform
  • zimanê nûjen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletNorwêc Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Nexşeya navçeyên Norwêcê ku tê de nynorsk yan bokmål bi awayekî fermî tê xeberdan; navçeyên "bêalî" jî hene ku tê de herdu şêwezarên norwêcî fermî ne

Di nava xalkê de, pirr devokên cuda hene. Her herêm lê ji yekê zêde û heta ku mirov karê bibêje ku pirr devok lê hene. Bi vê yekê re, gotinaka ku pirr tê nasîn tê gotin ku "Bi zaravayan biaxive, lê bi nynorsk binivîse! («Snakk dialekt – skriv nynorsk!»)" Çend ku î ro herî zêde li dibistanan bi zavarayê bokmolê jî tê axiftin. Lê li dibistanan, zaro, xwandin û nivîsandina nynorskê jî fêr dibin. Ev yek, weke pêwîstiyeka ku mirov di jîyane kar de biserketî jî bê li welêt di nava mirovan de tê dîtin. Di televizyon û radioyan de jî, hertimî bi zavarayên ku tên axiftin bi vî zaravayî jî bermene tên çêkirin.

Korta dîroka wê

biguhêre

Nynorsk, weke zaravayê norwêcî ku ji deme "norwêciya kevn (gammelnorsk)" maya tê dîtin. Norwêcîya kevn, bi şûnpêya xwe re tê gihandin li ziman Îsland ku jê re Îslandsk jî tê gotin. Norwêciya kevn jî, ji temenê xwe ve tê gihandin "deme Wiking (Wikingstid)" ê. Norwêciya wê demê, ku weke ya pêşî tê dîtin jê re Noront (Nørront). Piştî norwêciya kevn re, ya piştre ku diafirê û tê heta deme nynorskê û ji wir jî heta deme bokmolê jê re norwêciya navîn (mellomnorsk) tê gotin. Ivar Aasen bi nivîsandinên xwe re vê zaravayî dike zimanê nivîsandinî jî. Di aslê wê de, nynorsk, di lev tîpan û bi wê nivîsandina bêjeyan re, ji bokmola norwêcî çend ku hinekî di deng û nivîsandinê de cudahiyên wê hebin jî, di cewherê wê de, di tijbihina hevdû. Yekî ku baş nynorsk biaxivê wê zaravayê bokmolê yên ku wê diaxivin wê fahm bike. Her wisa ji bo yên ku bokmol diaxivin jî wisa ya.

Berhemên Ivar Aasen ên bi navê "Det norske Folkesprogs Grammatik" ku di sale 1848´an de weşîya, "Ordbog over det norske Folkesprog", ku di sale 1850´î de weşîya. "Prøver af Landsmaalet i Norge", ku di sale 1853´an de weşîya, "Norsk Grammatik", ku di sale 1864an de weşîya û "Norsk Ordbog" di 1873an de, temenê pêşketina wê û bûna zimanê nivîsandinê û yê nivîsandinê afirandin.

Pêşketina wê nynorsk

biguhêre

Di roja me de, li ser axiftin wê bi pêşketina wê re çend nifş buhurîna. Hin bi hin, di wê deme ku buhurtîya de jî têgihiştinek di wê de jî bi perwerdekirina wê afirîya. Di roja me de, weke du zimanan jî, nêzîkatî li wan hatîya kirin, Nynorsk û bokmol, di salixkirina tiştan de êdî dibina alîkarê hevdû di pêşketina zimanekî hevbeş yê norwêcî de. Di roja me de, bêhtirî ev herdû zaravayên nêzîtirî hevdû na. Di sazîyên fermî de bi serekeyî tê bikarhanîn.

Çavkanî

biguhêre