Zimanê aranî
Aranî (bi zimanê aranî: aranés), zimanê Newala Aranê (Val d'Aran) e, zaravekî okzîtanî (gaskonî) ye û ligel katalonî û spanî zimanê fermî yê Herêma Otonom a Katalonyayê ye. Ji sala 1984an vir de zimanê dibistanên Aranê ye û %90 ji akinciyên newalê zimanê aranî fehm dikin û li dor %65 jî pê dipeyivin.