Di mîtolojiya îranî de, Zervan bavê Ahûra Mazda û Ehrîman e. Xwedayê dem ê îranî ye. Ew xwedayê herî mezin yê ronahî û tariyê ye. Zervan xwedayê bi "çar şêweyî" ye ku di hundirê xwe de xwedayî, ronahî, hêz û zanebûnê dihewîne. Baweriya zervanîzmê digihê heta 12. sedsala berî Îsa lê bi sedsalan şûn ve wateya xwe dibîne. Di ola Manîtiyê de Zervan, wek xwedayê herî mezin tê zanîn, wek xwedayê bi çar rû ye, ango Mîrê her çar elementên bingehîn e.