Zelemele
Zelemele (jdb. 1ê nîsana 1975an, Dersîm, Bakurê Kurdistanê) stranbêjekî Dersîmî ye.
Zelemele | |
---|---|
Jidayikbûn | 1 nîsan 1975 |
Hevwelatî | Tirkiye |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bi Kirmanckî distrê. Navê wî yê rastî Memed Ali Güler e. Bavê wî helbestvan e û ji gundê Seyîn ê ye. Diya wî ji Axdad a Mamekiyê ye û ji bera Ûsivan e. Bi Dimilkî (Kirmanckî, Ginî, Zazakî, Zonê Ma, Şo bê) stranan distrê û awazgeriyê dike. Şêweyê muzîka wî rock, rap û awazên wekî blues e. Herwekî ew awazên folklorîk jî bi afirandêriyeke nûjen distrê. Ew bi xwe hin caran navê stîla muzîka xwe jî wekî "Zelemele" binavdike.
Niha li Almanya, bajarê Mainzê dijî. Ew ji aliyekê ve jî perwerdeya aborîzaniyê li zanîngeha Düsseldorfê dibîne. Ew bi muzîka xwe ya rengîn gelek tê hezkirin.
Albûmên Zelemele
biguhêre- Şêle (2000)
- Ameyme (2002)
- Mûnzûr o (2006)
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera fermî ya Zelemele - bi zimanê Romî (Tirkî) Girêdana arşîvê 2019-08-19 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo stranbêjekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |