Zahid Birîfkanî

Hunermend û nivîskar

Zahid Birîfkanî hunermend, nivîskar û kemanjenekî kurd bû ku di 1967an de[1] li Dihokê (Başûrê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew kurê helbestvan Şêx Memdûhê Birîfkanî bû û xwediyê gelek berhemên hunerî bû.

Jiyana wî biguhêre

Xwendina seretayî û navincî li bajêrê Dihokê temam kiriye û dû re li Zanîngeha Mûsilê beşa kîmyayê xwendiye.

Hunermend Zahid Birîfkanî demekê jî li welatê Swêdê jiyaye.

Mirina Zahid Birîfkanî biguhêre

Di roja 23ê adara 2016an de hat ragihandin ku sê rojên berî li mala xwe hatibû kuştin[2]. Polîsên Dihokê ragihand ku bikujê hunermend Zahid Birîfkanî yek ji karkerên wî yê bi navê Simîr Mûsî Isî bû, lê hêj li bin lêkolinê ye[3].

Berhemên wî biguhêre

  • Laleşîn: Dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî (1997), beşa yekê, çapxaneya APEC, Stockholm, Swêd.
  • Dîdarê yar: Dîwana Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
  • Zibanê kurdî: Dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
  • Exlatî: Dîwana Şêx Memdû’hê Birîfkanî (2001), beşa duwê, weşanên Roja Nû, Stockholm, Swed.
  • el-Heqîqe we'l-beyan fî tercûmet sadat Birîfkan (1961). Nivîskar: Şêx Memdûhê Birîfkanî, Zahid Birîfkanî berhev û amade kiriye

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 adar 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://waarmedia.com/zahid/[girêdan daimî miriye]
  3. ^ http://waarmedia.com/policenduhoke/[girêdan daimî miriye]