Zahidê Gîlanî

damezrînerê terîqeta Zahidiyê

Zahidê Gîlanî an jî Şêx Îbrahîm Zahid Gîlanî (jdb. sala 1216 - m. sala 1301, navê wî bi tevahî: Tajdîn Îbrahîmê kurê Rûşenê mîrê Kurdê Sencanî) damezrînerê terîqeta Zahidiye ye.[1][2][3][4][5] Di sedsala 13'an de mirovekî dînî yê sereke bû ku niha gora wî li Lahîcana parêzgeha Gîlanê ye û mîna ziyaretgehê ji aliyê mirovan ve tê ziyaretkirin û rêzeke mezin jê re tê girtin.

Zahidê Gîlanî
Jidayikbûn1216 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1301 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lenkeran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎlxanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dergeha Zahid Gîlanî

Kalikên wî di sedsala 11'an de ji sedema dagirkeriya Selçûqiyan ji Sencana Xoresanê koçî Gîlanê kirine. Gîlanî ji sedemên dînî di serdema Îlxanîyan de xwedî hêzeke mezin bû.

Gîlanî mamostetiya gelek mirovan kir. Yek ji wan Safiyedînê Erdebîlî ye ku navê împaratoriya Sefewiyan ji navê wî tê. Gîlanî keça xwe Bîbî Fatime bi Erdebîlî re zewicandiye. Piştî Gîlanî terîqeta Zahidiye ji aliyê Safiyedînê Erdebîlî ve şîroveyên nû lê hatine zêdekirin û mîna Terîqeta Sefewiye hatiye binavkirin. Piştî Erdebîlî terîqeta Safewiye xurttir bû ye û bi şêxîtiya kurê wî Sedredîn Mûsa domkiriye. Bi rêzê Eledîn Elî, Şêx Îbrahîm, Şêx Cûneyd û bavê Şah Îsmaîl Şêx Heydar rêbertiya terîqeta Sefewiye kirine. Bi rêya şagirtên Şêx Gilanî , terîqeta Zahidiye bandora xwe li gelek civakên welatên misilman kiriye. Li Tirkî terîqetên Bayramî û Celvetî li ser bingeha ramanên Şêx Gîlanî hatine sazkirin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ The Encyclopaedia of Islām: 4. cilt, 1. sayı, Brill, 1934, s. 57: "...Tadj al-Din Ibrahim b. Rawshan Amir b. Babil b. Shaikh Bundâr al-Kurdi al-Sandjani of Gilan..."
  2. ^ Ensiklopedia sejarah Islam, 3. cilt, Penerbit Universiti Kebangsaan Malaysia, 1986, s. 1207: "Sehikh Zahid Taj al-Din Ibrahim b. Rawshan Amir b. Babil b. Sheikh Bundâr al-Kurdi al-Sanjani ..."
  3. ^ Doç. Dr. Süleyman Gökbulut, "İbrahim Zahid Gilanî Üzerine Bir İnceleme", Sûfî Araştırmaları - Sufi Studies, Sayı 13, s. 50
  4. ^ Serap Şah, Safvetü's-Safâ'da Safiyyüddîn-i Erdebîlî'nin hayatı, tasavvufi görüşleri ve menkibeleri, Doktora tezi Girêdana arşîvê 2021-01-28 li ser Wayback Machine, Marmara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü / Temel İslam Bilimleri Anabilim Dalı Tasavvuf Bilim Dalı, İstanbul 2007, s. 30-31, s.66, s.340
  5. ^ Şeyx Səfi Təzkirəsi. Səfvətüs-səfanın XVI əsr türk tərcüməsi. Bakı: Nurlan, 2006, s. 135 Girêdana arşîvê 2020-01-10 li ser Wayback Machine (elektronîk varyant)

Girêdanên derve

biguhêre

Bibliyografî

biguhêre
  • Jan Rypka, History of Iranian Literature. Reidel Publishing Company. ISBN 90-277-0143-1
  • Monika Gronke, Derwische im Vorhof der Macht. Sozial- und Wirtschaftsgeschichte Nordwestirans im 13. und 14. Jahrhundert. Wiesbaden 1993