Zîperdasiya bi mayonez

Zîperdasiya bi mayonez varyanteke ji xwarinên masiya zîperdasîyê (zîpermasî jî dibêjin) ye. Li aşxaneyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pirranî sosa ku jê re dibêjin aîolî bikartînin ku ew jî jixwe ji mayonezê ye.

Derbareyê zîperdasiyê de biguhêre

Zîperdasî (scomber scombrus) navê malbateke masiyan e. Di rengê zîvê de ye. Kêmzêde 10 sal dijîn. Dirêjiya wan 30-50 cm ye. Zîperdasiyên bo xwarinê tên bikaranîn 100-150 gr in. Li pirraniya deryayan dijî. Li Deryaya Navîn jî gelek in.

Berkelî biguhêre

  • Nîvê stekanê (qedeh) mayonez
  • 2 dendik sîra (kutayî)
  • 2 stekan rûnê zeytê
  • 5 zîperdasî
  • Nîvê kevçiyê xwê
  • 1 stekan ard (arvan)
  • 2 kevçî rûnê tîr (margarîn)
  • 1 lîmon
  • 1 baq bexdenûs

Çêkirin biguhêre

Biraşteya xwe (izxare) vêxin, bi rûnê zeytê amade bikin. Berê divê hûn sosa xwe çêbikin. Sîra kutayî û mayonezê di badiyekê de tevdin. Hûn dikarin zerika hêkê, sirke û gormizê (xerdel) jî bixinê. Bi ziravkî rûnê zeytê berdin serê.

Masiyên xwe pakij bikin, bihêlin bila ava wan biherike, bidarive. Masiyên xwe xwê bikin û ard pê werbikin. Masiyên ardkirî yeko yeko bidin ser biraşteyê. Carnan bi firçeyekê rûnê zeytê lêdin û 6-7 deqe bipijînin.

Rûnê tîr di verokekê de (quşxaneya biçûk) biqijilînin. Bi rinekek (firçe) vê rûnê li rûyê masiyan bidin. Zîperdasiyan bi sosa we amadekiribû, lîmon, bexdenûs ûêd bixemilînin û bînin ser destexaneyê (sifreyê).