Zêw cejnên ji bo pîrozkirina salvegera mirin yan jidayikbûna kesên wek şêxan in. Mirov di rojeke taybet de diçine ser ziyaretên van kesan û wan bi bîr tînin. Wek mînak em dikarin navê zêwa Hêştrekê bikin; Hêştrek gundekî Midyadê ye. Li vir dîsa derwêş, dengbêj û mitirb jî kom dibûn û heryekî hunera xwe pêşkêş dikir. Li herêma Torê (Turabdîn) zêw mîna şêhran belav in.