Zêrevanî, hêza parastina herêma Kurdistan yan jî polîsên parêzvanên herêma ‎Kurdistanê ne.

Li gorî malpera xwe, zêrevanî pêkhatiye ji wan kesên dilsoz û giyan li ser dest yên pêşmergên Kurdistanê ku ‎bi salên dûr û dirêj ji bo gehandina armanca gelê Kurdistan xebat û têkoşîn kiriye we ‎bûne egerê destveînana destkeftên îro yên gelê kurd û têkdan û roxandina rijêma ‎diktatora faşista BAAS û Seddam di Îraqê da û bûne egerê avakirina sîstemek û civakekê ‎modêrn û dîmokratîk li Îraqeka fîderal.‎

Merem biguhêre

‎ Piştî roxandina rijêma Îraqê û derkeftina yasaya Îraqê ya berwext ya leşkirî xaleka giring ‎têda hate diyarkirin ew jî ew bu ku hikumeta herêma Kurdistan ew bi xo dê parastina xo ‎ket, lewma piştî rezamendiya hêzên hevpeymanan ku hêzên dagîrkerên Îraqê bûne û piştî ‎rewayetiya xo ji biryara (1453) ya civata nav netewî wergirt ku li 8 Gulana 2003 derçûbu ‎û piştî rezamendiya civata berwext ya Îraqa fideral, hikumeta herêma Kurdistanê biryar ‎da supayekî avabiken bi hijmara (21 , 000) bîst û yek hizar pêşmerga ku ev hêze bişêtin ji ‎dervey şiyanên polîsa û silahiyatên wan û bi taybetî jî ji dervey bajêra karê xo encam ‎biden. Herwesa ji bo parastina jîngehê jî leşkirek hate amadekirin bi hijmara 500 pêşmerga.‎

Erkên supayê zêrevanî yê biguhêre

‎ Pêkînana ewlekarî wasayşa herêma Kurdistanê û parastina sîstemê civakî.‎ Ev hêze hêzeka leşkirî û çekdar e girêday hikumeta herêma Kurdistanî ye, ji bo ewlekarî ‎û asayişê ferman û rênimayên xo ji wezareta nafxûya hikumeta herêma Kurdistanê û ji bo ‎erkên xwiyên leşkirî jî fermanên xo ji Fermandiya Leşkirê Kurdistan distînît.‎

Rêkxistina zêrevanî biguhêre

‎ Pêk têt ji fermandiya supayê zêrevaniyê, baregayê wê li paytexta herêma Kurdistanê ye û ‎rastexo girêday wezareta nafxoya hikumeta herêma Kurdistanê ye, fermandiyê supayê ‎zêrevaniyê endame li gel Fermandeya Leşkirê Kurdistanê. Herwesa baregayê fermandiya ‎supayê zêrevaniyê pêkhatiye ji çend beşên girêday baregayê fermandiya supayê ‎zêrevaniyê û leşkir û hêz û betalîyona belavin li ser parêzga û şar û şaruçka li dîf karê pê ‎tête raspardin, kar û erkê xo dibînin.‎

Erk û raspardên karê zêrevanî biguhêre

Yekem: Ewlekarî û asayiş:‎

  1. parastina hemî dam û dezgayên giring yên herêma Kurdistanê wek (balefirgeh, bendaf, ‎dezgayên palawtina avê, dezgayên karebê, xalên gumirkî, bank, dewarên hikumî... Htd).‎
  2. parastina rêk û ban û pirêyan.‎
  3. parastina zîndana.‎
  4. parastina cihên geşt û guzariyê û şînwara û muzexana.‎
  5. parastina veguhastina pare û tiştên binirx û biha giran.‎
  6. parastina şandên der ve li demê seredana Kurdistanê da.‎
  7. li dema rûdanên siruştî da li gel hêzên firiya keftinê harîkariya gel biken.‎
  8. li sînurê erkê xuda qeza û rûdanên trombêla û firiyakeftina wan û amadekirina raporta ‎bu dezgayên polîsên hatûçûnê.‎
  9. parastina kesatiyên giring li nava dezgayên hikumeta herêmê.‎
  10. parastina hemî dezgayên hikumeta herêma Kurdistan li dervey welat û parastina ‎kesayetî û berpirsên van dezga, herwesa parastina nunerên herêma Kurdistanê û wezaret ‎û dezgayên girêday wan li nava hikumeta fideral.‎
  11. harîkarî kirina polîsa ji bo rêgirtinê li rûdanên civakî wekî xopêşandanên bê destûrdan ‎û neyasayî û karên xirabikarî.‎
  12. piştî hemahengî li navbera hikumeta fideral û hikumeta herêma Kurdistanê da û li dîf ‎biryara hikumeta herêma Kurdistanê hawkarî kirin li deverên dî yên hikumeta fideral ji ‎bo çespandina asayişê.‎
  13. rê girtin û destgîrkirina qaçax û qaçaxçiyetiyê û kesên sinuran dibezînin û bazirganên ‎madên bê huşker û şiwînwar û parên sexte... Htd.‎

Duwem: Erkê leşkirî:‎ Li herêma Kurdistanê da ji bo hemî fermanên ji fermandiya leşkirê Kurdistanê derdikevin ‎amade ye pêk bînin.‎

Bide ber biguhêre

Girêdanên derve biguhêre