Yekemîn pûlê kurdî

Yekemîn pûlê postayê yê kurdî berî 70 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha çiriya pêşîn a sala 1923'an de hatiye derxistin û di warê muemeleyên nava dewletê de wek pûlê malî hatiye bikaranîn. Li gor agahiyên Tariq Cambaz ku di rojnameya el-Îttihad[1] de belav kirî sê babet pûl li ser kaxizên rengîn derketine.

Yekemîn pûlê kurdî; li ser wî pûlî bi pîtên erebî Hikumetî Kurdistan Cenûbî hatiye nivîsîn ku tê wateya "Hikûmeta Kurdistana Başûr".

Buhayên pûlan biguhêre

  1. Buhayê pûl ê bi rengê kesk 8 ane nîv rûpî (yanî 32 qûriş).
  2. Buhayê pûl ê bi rengê şîn 1 rûpî.
  3. Buhayê pûl ê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî.

Li ser pûl "Hikumetî Kurdistan Cenûbî" hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî "ane" hatiye nivisandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ el-Îttihad, hejmar 29, 22-5-1993