Yalçın Küçük (jdb. 1938 li Îskenderûn, Entakya) yek ji îdeologên dewleta Tirk ên navdar e.

Yalçın Küçük
Jidayikbûn1 tîrmeh 1938 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Kabataş Boys High School
  • Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Aborînas li ser wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Partiya Karkerên Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Malbata wî ji Heleb a Sûrî hatiye û li Îskenderûnê bicihbûye. Li Zanîngeha Enqereyê, beşa zanistiyên ramyarî de dixwîne û di sala 1960' î de wekî karmendeke bilind di saziya plansazî û pêşketinê ya dewletê de dest bi kar dike. Di heman salê de têkilî bi hêzên tarî yên dewletê re datîne û di nava çepgîriya Tirkiyê de ciheke mezin ji xwe re çêdike.

Di sala 1961î de dizewice û ji aliyê dewletê ve bo perwerdeya sovyetolojî, şerê psîkolojîk û operasyonên taybet tê şandin bo DYAyê.

Küçük tevlî dagirkirina girava Kîprosê dibe û wekî serleşker di şerê Tirk û Yewnan de cih digire. Di sala 1980î de nakokî di navbera hêzên Ewroparêz û Amerîkaparêz ên dewletê de derdikeve û Küçük bo demekê tê zîndanîkirin. Lewra darbeya leşkerî ji hêla Amerîkaparêzan ve hatibûkirin û Küçük jî Ewropaparêz bû.

Bi derketina PKKê ve Küçük ji aliyê "dewleta kûr" ve tê peywirdarkirin. Bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re hevpeyvîn û têkiliyan datîne. Piştî derketina Öcalan ji rojhilata navîn roja 29ê çiriya pêşîn ango roja avabûna Komara Tirkiyê vedigere ser karê xwe li Enqereyê.

Küçük niha li ser "sebetayîstan - kesên bingeh Cihû yên xwedî dewleta Tirk" lêkolînan dike. Li dijî Başûrê Kurdistanê derdikeve û Sedam Huseyn diparêze. Wekî mîsyonek giregirên Kurdan û mirovên demokrat û Atatürk rexne dikin, bi esilcihûtiyê tewanbar dike, bobelatan belav dike.

Tê gotin ku Küçük ji arşîvên fransî nivîsaran werdigerîne û wekî nêrînan xwe diweşîne. Li Tirkiyeyê gelek pirtûkên wî hatine weşandin.

Ew jî bi sedema endametiya rêxistina veşarî ya artêşa Tirk Ergenekonê hate girtin, demekê di binçavan de ma û darizandina wî berdewam e. Piştî deşîfrekirina wî di TVan de gef li Kurdan xwar û got "Di civînekê de jinên Kurdan pêlav avêtin min. Hela binêrin ka em ê çi bavêjin Kurdan. Ew ê bibînin". Küçük xwedî nêrînên antîsemîtîst e û pesnê serdestiya artêşa Tirk dide.

Hin ji pirtûkên Küçük biguhêre

  • Tekelistan
  • Türkiye Üzerine Tezler - Angaştên li ser Tirkiyê
  • Gizli Tarih 1. Cilt - Dîroka veşarî, Çapa 1.
  • Aydin üzerine tezler - Angaşt li ser ronakbîran
  • Hevpeyvin bi Öcalan re