Xware navê şorbeyeke pêjgeha kurd e. Li hin deverên Serhedê jê re xare, xore jî dibêjin ku ev ji devokan e. Bi taybetî li parêzgehên Îdir, Erzîrom û Qersê pirr tê xwarin. Kurdên Ermenistanê jî dizanin.

Ji ber ku xwarineke çorsane ye, jê re xware, tişta ku tê xwarinê gotine. Di pêjgeha kurd de, xwarinên ku çêkirina wan dijwar e navên taybet digirin. Ên din, an bi rengdêran (bo mînak çilîbir), an jî bi serpêhatiyan (bo mînak seleteya girtiyan) tên binavkirin.

Berkeliya xwareyê (xore) biguhêre

  • 5 stekan (qedeh) av
  • 3 kevçî ard (arvan)
  • 2-3 kevçî rûnê nivîşkî
  • Xwê
  • 1 kevçî mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • Îsota reş

Çêkirin biguhêre

Rûnê (2 kevçî) xwe berdin quşxaneyekê, ardê xwe bikinê, biqelînin. Zerayî pê ket, hêdî hêdî avê tevlî bikin. Îsota reş û xwê jî pê werbikin û bêî rawestan tevdin.

Ji aliyekê ve du nava 1 kevçî rûnê nivîşkî de mergeya xwe biqelînin. Viya berdin ser şorbeya xwe. Ev xwarin bi germî tê xwarin.