Xwînguhaztin

Xwîna xwînbexş didin xwînwergirek. Ango xwîna ji mirovek hatiye girtin, ji boy mirovek din tê bikaranîn.

Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye[1]. Dibe ko mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe[2] . Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çêdibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin. Ango guhaztina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ko xwînê dide wekî xwînbexşer an jî xwînbexşîner bi nav dibe, ê ko xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexşer tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexşer di navendên xwînê (benqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wê navendê tê peydakirin.

Stasyona veguhestina xwînê ya mobîl

Rêbaza xwînbexşînê

biguhêre
 
xwîn ji xwînhênera milê xwînbexşer ve tê girtin
 
kîsikê xwînê bi qasî 450 mîlîlître(nezikî nîv lître) xwînê tê tijekirin.

Dema mirov ji bo xwînbexşînê serî li navendên xwînê dide, divê pêşî bersîva hin pirsan bide. Gellek pirsên nivîskî ji xwînbexşer tê pirsin. Bi wî awayî bijîşk ji egera hebûna nexweşiyên xwînbexşer agahdar dibe. Heke hin nexweşî an jî egera nexweşiyê bi xwînbexşer ve hebe, rê li ber xwînbexşînê tê girtin. Lê heke di laşê xwînbexşer de nîşanên nexweşiyê tune be, vê gavê bijîşk derbasî qonaxa duyemîn a xwînbexşînê dibe.

  • Divê ta ya laşê kesên xwînbexşer di rêjeya asayî de be ango germahiya laş li derdora 36-37 0C be.
  • Divê pestoya xwîna xwînbexşer di asta asayî de be.
  • Divê xwînbexşer ne birçî be.

Heke hemû şert û merc li cih be, vê gavê bijîşk ji bo pişkinîna mêjera xwînê û komeleya xwîna xwînbexşer, ji xwînhênera milê xwînbexşer hinek xwîn digire. Bi taqiya (test) hemogramê, pêkhateyên xwînê tê jimartin. Bi jimartinê, rêjeya xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê diyar dibe. Ji bo xwînbexşînê divê rêjeya van pêkhateyan di asta asayî de be. Heke ne wisa be ango xwîna xwînbexşer kêm be, ji wî kesê xwîn nayê girtin. Ji van gavan şûnve êdî heke hemû şertên xwînbexşînê di cih de bin, xwîna xwînbexşer digirin. Xwîn bi gelemperî ji xwînhênera milê mirov ve tê girtin. Bi navbeynkariya lûleyên plastîk xwîn di nav kisikê plastîk de tê berhevkirin. Mirov her carek dikare bi qasî 450 mîlîlître (nezikê nîv lîtreyê) xwîn bibexşîne. Piştî xwînbexşînê, divê xwînbexşer bi qasî 15 xulek rûnê an jî vezele û bihên vede[3]. Şilemeniya (plazma) xwînê di nav 1-2 rojan de dîsa digihîje asta asayî ya berê xwîn bexşînê. Di nav 6-12 hefteyan de moxê hestî xaneyên nû çêdike, bi vî awayê rêjeya xaneyên xwînê jî digihîje asta asayî. Kesên bi temenê 18- 65 salî ü ji 50 kîloyê girantir, dikarin sê mehan carek xwîn bibexşînin.

Rêbaza xwînwergirê

biguhêre
 
Bi alikariya rakêşê, xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike.

Xwîna bexşandî dibe ko bi awayek tevayî bidin xwînwergir. Wê gavê kisikê xwînê li jorê xwînwergir de tê dardakirin. Bi derzîyek xwînhênera milê xwînwergir tê kunkirin. Bi alikariya rakêşê, xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike. Di be ko 450 mîlîlître xwîn bi qasî du seatan de bê guhaztin[2].

Lê bi gelemperî piştî bexşîna xwînê, xwîn tê parzûnkirin, pêkhateyên xwînê yên wekî xirokên sor, xirokên spî, perikên xwînê û plazmaya xwînê ji hev tên cudakirin. Bi vî awayî xwîna xwînbexşerek ji bo gellek xwînwergiran tê bikaranîn. Wekî minak heke li kesek nexweşiya kêmxwînî (anemî) hebe, ji bo vî kesê pêdivî bi xirokên sor heye, lê pêkhateyên din ên xwînê ne hewce ye. Loma ne xwîna tevayî, lê tenê xirokên sor didin wê kesê[2]. Perikên xwînê jî didin kesên bi nexweşiya şêrpenceyê ketiye. Ji bo guhaztina xwînê an jî pêkhateyên xwînê, divê komeleya xwîna xwînbexşer û xwînwergir guncav bin. Heke xwîna wergir û xwîna xwînbexşer neguncîn bê, xwîna xwînwergir topel dibe û xwînwergir bi egera mirinê rû bi rû dimîne.

Guncîna komeleyên xwînê

biguhêre

Di rewşên asayî de xwînwergir bi kîjan komeleya xwînê bê, ew cor xwîn diguhazînin laşê xwînwergir. Wekî minak heke mirovek bi komeleya xwîna A Rh(+) be( xwendina wî: “A er aş pozîtîv”) û pêdiviya wî bi xwînguzatinê hebe, xwîna bexşerên A Rh(+) didin vî kesê.

Lê hin caran dibe ko xwîna pêdivî pê heye bi dest nekeve, vê gavê xwînek ji komeleyek din tê guhaztin[4] . Her komeleyên xwînê li hev nayên, piranî car xwîna xwînbeş a ne guncîn di laşê xwînwergir de topel dibe û jiyana xwînwergir dikeve bin xeterê. Hin komeleyên xwînê li hev diguncin heke xwînguhaztin li gor vî zanyariyê be, ziyanek giran nagihîje xwînwergir.

Li gor sîstema ABO û Rh’ê guncîna komeleyên xwînê wiha ye;

Kesên bi xwîna komeleya O li gel komeleya O, dikare xwîn bide komeleyên A, B, û AB yê, loma kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşerên giştî tê navkirin[5] .

Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan wekî xwînwergirên giştî tên navkirin[5].

Li gor sîstema Rh’ê, kesên Rh(+) dikarê ji Rh(+) û Rh(-) an xwîn bigire[4]. Kesên Rh(-) tenê ji kesên Rh(-) xwîn digire.

Li gor sîstema ABO û Rh'ê guncîna xirokên sor ên xwîna xwînbexşer û xwînwergir.

biguhêre
 
Kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşerên giştî tên navkirin. Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan jî wekî xwînwergirên giştî bi nav dibin.
Xwînbexşêr
O- O+ B- B+ A- A+ AB- AB+
Xwînwergir AB+                
AB-        
A+        
A-    
B+        
B-    
O+    
O-  


Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  2. ^ a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, blood transfusion [1]
  3. ^ NATIONAL HEART, LUNG, AND BLOOD INSTITUTE[2]
  4. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [3]
  5. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [4]