Xanedana Ming
Xanedana Ming 明朝, | |||||
| |||||
Xanedana Ming (1580)
|
Xanedana Ming (çînî: 明朝, "Míng Cháo") xanedaneke ku di navbera 1368-1644 de li Çînê hukumdar bû. Xanedan ji alîyê gelê Han hate damezrandin.
Ew ji hêla Zhu Yuanzhang di sala 1368an de li bajarê Nanjing hate damezrandin. Navê din yê Zhu Yuanzhang, Ming Taizu ye. 31 sal li ser text sekinî. Wî ji bo desthilatdariya împeryal û navendîparêziya feodal xurtir bike, gelek vezîr û kesên bi nêrînên cûda yên ku beşdarî sazkirina xanedanê bûn, da kuştin.
Piştî mirina Ming Taizu, neviyê wî Jianwen hate ser text. Lêbelê, Împerator Jianwen ji hêla apê xwe, Zhu Li ve ji text hat durxistin. Zhu Li xwe wekî împerator îlan kir di sala 1421an de wî Beijing xist paytext.
Serhildanên gundîyan di sedsala 17an de çebûn. Serhildanên li gundan derdikevin zêde bun. Pîştî karesateke ku li parêzgeha Shanxi di 1627an de pêk hat, bi darê zorê to bac hate hildan û ev bû sedema serhildanên gundîyan. Artêşa serhildanê, di nav de ku bi sed hezaran gundî beşdar bûn, di 1644an de ketin bajarê Beijingê. împerator Cong Zhen xwe darvekir. Bi vî avayî xanedana Ming têk çu û xanedana Qing derket holê.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
Ev gotara têkildarî Çînê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |