Xanedana Han
Xanedana Han (çînî: 汉朝; "Hàn cháo"), xanedaneke ku di navbera B.Z. 206 – P.Z. 220 de li Çînê hukumdar bû. Ew ji hêla klana Liu, yek ji klanên girîng ên serdemê hate damezrandin. Paytext wê Chang’an e.
Sirûd: |
||||
Xanedana Han li ser nexşeyê | ||||
Paytext | 34°18'16"Bk, 108°51'26"Rh | |||
Rêveberî | keyîtî | |||
Avakirin | ||||
• | Dema avakirinê | 206 b.z. | ||
• | Dema hilweşînê | 220 (Julian) | ||
• | Rûerd | 6.000.000 kîlometre çargoşe (50 b.z.) | ||
Gelhe | ||||
• | Giştî | 59.594.978 (2), 56.486.856 (156) |
Xanedana Han yek ji mezintirên xanedana Çînê ye. Gelê Çînê ji bo rêzdarî, xwe wekî "Gelê Han" bi nav dike.
Xanedana Han ji dû deman/beşan pek tê. Ev beş Xanedana Han ya Rojava (B.Z. 206 – P.Z. 8) û Xanedana Han ya Rojhilat (P.Z. 25 - P.Z. 220 ) e.
Împerator Han Gaozu hukumdariya otorîter a navendîparêz pêk anî. Barê giran li ser gel kêm kir. Bacên ku ji gel tê hildan kêm kir. Pîştê mirina Han Gaozu, Hui Di derket ser tsxt, lêbelê rêvebirî bî rastî di destê jina împerator Han Gaozu, Lu Zhi da bû. Lu Zhi, ku 16 salan di desthilatê de ma, di dîroka Çînî de yek ji wan rêveberên jin bû. Pîştî mirina wê împerator Wen Di û lawe wî împerator Jing (B.Z. 156-B.Z. 141) derketin ser text. Wana jî barê giran li ser gel kêm kir.
Xanedan her çu bi hêz bu û B.Z. 141an de gelê Hun têk birin. Pîştra di warê aborî û çandinêda peşta çun.
Di dema Xanedana Han ya Rojava da rêvebirên heremî gelekî bi hêz bun. Di sala P.Z. 8 an da Wang Mang xanedana Xin ava kir û destxilatdarîya Xanedana Han ya Rojava bi dawî hat. Liu Xiu di sala P.Z. 25an de Wang Mang ji text dur xist û bi împeratorî bi vî avayî Xanedana Han ya Rojhilat hate damezrandin. paytext Luoyang bu. Çîn heta sala 220an di bî bandora vî xanedanê da ma.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî Çînê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |