Xaş

Gundekî Gimgima Mûşê

Xaş an jî Xaşxaşê (bi romî kirine: Eryurdu), gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.

Xaş
Eryurdu
Xaş li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xaş
Xaş
Koordînat: 39°17′25″Bk 41°15′52″Rh / 39.29028°Bk 41.26444°Rh / 39.29028; 41.26444
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeStûkuran
Bilindahî
1.950 m (6400 ft)
Nifûs
 (2011)
104[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Li gund malbatên Xormeçik, Alkij, Osmanij, Telkij û Qereşij cihwar in. Bi kirmanckî (dimilkî, zazakî, kirdkî, Dersimkî) diaxivin û ji aliyê olî ve Elewî ne.

Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Di salên 1950 de tirkan ev nav guhertine kirine Eryurdu.

Hin dibêjin di salên 1700î de ji parêzgeha Dêrsimê kurdan bar kirine, hatine li vir bicih bûne. Pêşemîn kesê bicih bûye, Gulabî bûye, ji êla Xormekan.

Erdnîgarî

biguhêre

Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 2.300 m ye. Li aliyê başûr ê Çiyayê Bîngolê dikeve. Gundên nêzîk Xwarik, Caneseran û Mûskan in. Axa gund çiyayî ye bo ajalvaniyê gelek baş e lê çandinî dijwar e. Daristanên maziyan hene.

Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê û alîkariyên koçberbûyan e.

Bi zivistanan serma û qeşa ye, bi havînan ziwa û tavî. Ji ber bilindbûna ji rûyê avê, zivistan gelek sar û dirêj in. Bi biharan û havînan xweza xwe li vir bêhempa dixemilîne.

biguhêre

Wargehên balkêş

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre