Hezan, Licê

Gundekî Lîceya Diyarbekirê
(Ji Xîzan, Licê hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Hezan binêre.

Hezan (bi tirkî: Kayacik - Savat) gund û nehiyeyeke navçeya Licêya Diyarbekrê ye.

Hezan
Savat
Gundê Hezanê
Hezan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hezan
Hezan
Koordînat: 38°20′38″Bk 40°37′26″Rh / 38.34389°Bk 40.62389°Rh / 38.34389; 40.62389
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
NavçeLicê
NahiyeHezan
Bilindahî
1.090 m (3580 ft)
Nifûs
 (2012)
280[1]
Koda postayê
21700
Koda telefonê(+90) 412
Map
biguhêreBelge

Hejmara niştecihên Hezanê di sala 2008'an de digihe 329 kesan[2]. Hezan ji bajarê Diyarbekir 76 km û ji navçeya Licê 24 km dûr e.

Gundiyên Hezanê debara xwe bi çandiniya titûnê, rez, genim û bi xwedîkirina heywanan dikin. Bostanên Hezanê de xiyar, firingî, îsot, bacan, bamî, kundir, petêx û zebeş tên çandin.

Çiyayê Dêrê, çiyakî blind e, mirov dikare li Diyarbekir, Licê, Hênê, Hezro û deverê din ser çiyayê Dêrê temaşe bike. Li ser çiyayê Dêrê pêlgir (radar) û qereqola jendermeyan hene.

Li nehiyê dibistan, xalîçêkirin, mizgeft, dîwana şêxan û merqed, firoşgeh û qereqol hene. Gundî bi kirmanckî (zazakî) diaxivin û kurmancî jî baş dizanin.

Mela Ehmedê Xasî biguhêre

Hezan nehiyekî dîrokî ye. Mela Ehmedê Xasî (Xoceyê Xasî) xwediyê mewluda kirdkî (zazakî, kirmanckî, dimilkî) bû. Mela Ehmedê Xasî di sala 1868'an de li Hezanê hatiye dinê û di 1951'an de çûye rehmetê. Ehmedê Xasî di medreseyan de xwendiye. Kurdî (kirmanckî, kurmancî)erebî û tirkî dizanibû. Mewluda ku wî nivisandiye di sala 1899'an de li Diyarbekirê li çapxaneya lîtografyayê hatiye çapkirin[çavkanî hewce ye].

Xwepêşandanên di 28'ê xizîrana 2013'an de li Hezanê biguhêre

Di roja înê ya 28'ê xizîrana 2013'an de gelê Hezanê dest bi xwenîşandanên li dijî avakirina qereqola jendermeyan kirine û di encama van bûyeran de xortekî bi navê Medeni Yıldırım ji aliyê cendirmeyan ve hate kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne[3][4].

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[5]
2012 280
2000 260
1990 -
1985 -

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2014
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 adar 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 hezîran 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ https://archive.today/20130629181635/www.france24.com/en/20130628-one-killed-turkish-army-disperses-protesters
  4. ^ http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=7211
  5. ^ Yerelnet, Savat, ji orîjînalê di 1 sibat 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2014