Karîkatur
Karîkatur (ji zimanê îtalî caricare bi wateya "werimîn" e) an jî xêzik, wêneyek e ku karîkatursaz bûyerek, mirovek yan tiştekî bi xêzikên hêsan û saf û bi awayekî estetîzekirî pêşkêş dike.[1]
Ev, sereta bi berketin, rexnegirî û bi pêkenîn û bi mêldana rastiyê dilînîbûnek e. Carina ji bi pêkenîn rexne digirî û wêne ye ku nepixandiye.
Bi kurtî afirandinên xêzikan di jiyana civakî de di gel danustandina hunerî bi têkîliyên dema hilberînî ve têne tesbîtkirin. Xêzikvanên civatekî wek kevneperest û pêşverû bi du baskan ji hev cuda dibin û dikevin nava geşbûniyek dubare. Ew di dîrokê de wek qanuna geşbûniyê ne wek hevî tê binavkirin.
Şêweyên karîkaturan
biguhêreDi qirnê navînde zanistî Xwedê bû! Hunerî jî berê xwe dabû Xwedê. Di dema me, va demê civakên çînî de huner û ramanî di hundurî hev de ne û huner jî bi taybetî ji bo çîna bindestan buye hacetekî axaftinê! Ji ber ku xêzik wek guliyên hunerê yên din ev jî pergalên berkêşanê ye. Rewşekî awarte jî heye, ew jî bo taybetî tu serate an nasnake. Nabe malê yek çînî û bi tenê ji bo berjewandiya çînekî jî nîne. Ew di nav xeyal û zanyariyê de bi bandorek beranberîhev û bi têkîliya diyalektîka hunerê û daxweza mirovan ya hezkirinê derdikeve holê şiklê axafti î têgîhîştîneke tevlîhev e. Formîlî wî ewe: mêjû, têgîhîştin û zanyarî. Bi van her sisê xalan bûyeran ferisîne û ji kefgirê ve derbazdike û digihe rastiyê. Ew rastî zanyarî ye. Ji ber ku huner zanyarî ye. Zanyarî hunerê hilberînî û huner zanyariyê kuta dike, ji nû ve dibe. Bi kutakirina hemû heyiyên zanyarî. Huner pêvajoya tekamulî derbaz dibe dest bi pêvajoya şoreşgerî dike. Rêya ramankirinê heye; ew riya afirandinê û zayînê bi serata ye xwerû ye. Eve ne:
- Çerxbuna guran ji bo wesif
- Caw û cawkirin
- Yekîtiya zidan ew bingehên dîalektıkê ne.
Xêzikvan ji ronakbîr e. Divê xêzikvan ne tenê bi raman bi çalakiyên hunerî bê hêja kirin. ji ber ku mîrovekî bê çalakî bê ehleqe. u wek kevir e. Karê xêzikan di tevgera netewî de wek xwê u îsotê xwedî cîhekî xweru ye. u hacetek ji hacetê têkoşîna netewî u civakî ye. Bi du şiklan tê karanîn. yek yek xebata axaftin u nivîsandinê ve girêdayî ye yê din jî hunera xêzikan e. u bi giranî xêzikan ve girêdayîye.
- Karîkatur û xêzikên bi ramaniya siyasî
- Karîkatur û xêzikên bê ramaniya siyasî
- Neqş
- Karîkatur û xêzikên pêyhev û dirêj (fîlm)
- Karîkatur û xêzikên portre (li ser air u ruyên şexsan)
Di nav rojname u kovarên kurdî de karê xêzikvanî xebate ke hêsanî ye.bê qedr u qîmete u sivik tê girtinê. ji ber ku rexne girtin u rexne li xwe girtin bi rê yek demokratîk hê venebuye. tehamül jî jê nayê kirinê. tenê ji bo pesndanê hinek rêxistin di kovarên xwe de xêzikên bi ramaniya sîyasî u bi jêre not ên nivîsandî diwşînîn. ew jî xetere ke mezin e. ji ber ku karê xêzikvanî bi xêzikane,demê ku xêzikvanek xêzikek çêbike u di binde ramaniya xwe binîvîsîne ew tê vê manê; ta ku ev bi vekîrî dibêje,min ne kariya hunera xwe bi xêzikan karbînîm u bidim fahmkirinê, ji ber kêmasiya xwe bi nivisandinê dide fahmkirinê. u ew ne karê xêzikvanî yê ye.
Îro sedem şunde mayîna xêzikan ne tenê evin.ji ber ku welatên dagirker,ku Kurdistan di nav xwe de parve kirine ew hemu mislimanin. li gor hikmê mislimanî yê jî çêkirina Vêne u xêzikan qedexe ye.
Her xebatek li serzêde kirineke u her ser zêdebuyin fêde ye ke mezin e. mixabin neteweye kurd bi zorî hatîye nefîkirin.li ser axa xwe koçerbun îro rewaçêde yejîyana wan ya civakî hê wek berê eşîrîye.ma huner u çanda miletekî eşîr u koçer çî ye? lê xêzikvanî ya kurdan çî ye? behskirina xêzikvanî jî rast e an ne raste. Ew hemu pirsgirêk in.
Xebata xêzikvanên kurd îro bê pere "dirav" ye. u yên ku vî karî dikin wek sinc li ber çavên sîyasetvanan in.demê ku bi xêzikên xwe dilê hinekan xweş bikin,dê ew karê xwe bê pere dombikin.Dema ku karê xwe yê xêzikan li gor adet u seretayên dinê, raste rast êrîşî put u lat an, derewan, durütiyan u xirabiyan bikin dinya li wan deng dibe.
Bersîvê wan bi çalakî heye lê, warî çalakîde ne mumkîne. ji ber ku karê xêzikan girîng nehatîye girtin. Çend xêzikvan hene ew jî bi tiliyan tên hejmartin
- Mamoste li Swed dijî u xêzikvanekî kurd e
- Adil Duran xêziksazekî kurd î navneteweyî ye. Di sala 1979an de di festîvala xêzikan a navneteweyî de li Kubayê xelata xewînî yê sitandîye.
Karîkatursazên kurd
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Hubertus Fischer; Florian Vaßen (Hgg.): Europäische Karikaturen im Vor- und Nachmärz. Bielefeld: Aisthesis, 2006. (Forum Vormärz Forschung, Jahrbuch 11, 2005). ISBN 3-89528-566-8.