Werara rêberkirî şêwazekê çêkirina proteyînan e ko ji bo şiliqandina proteyînan an tirşên navokî ber bi armanceka diyarkirî zarî pêvajoya bijartina xweriskî dike. Di wê pêvajoyê da genekê di çend gerrên bazdêranê anko mutajenezê ra derbaz dikin da komeka guhartoyên wê genê bihên afirandin. Paştir genan hildibijêrin (piştî derbirrîna genan û vavartina geneên ko erk anko funksyonên dilxwaz hene). Û li dawîyê jî wan genan bihêz dikin (nimûneyekê ji bo gerreka dî amade dikin). Ev pêvajo dikare di xaneyên zindî da bihêt kirin an li derveyî xaneyên zindî (bi rengekê azad di şileme an lûleyên ezmûngehî da). Werara rêberkirî ji bo berhemînana endazyaranî ya proteyînan li şûna rêbazên dî yên nitlandin anko dîzaynkirina aqilmend yên guhartina proteyînan dihêt xebitandin. Her wesa ev rêbaz ji bo lêkolîna li ser binemayên werarkanî di jîngehên ezmûngehanî yên kontrolkirî da jî mifadar e.