Welatê Me (rojname)
Rojnameyeke kurdî
Welatê Me rojnameyeke kurdî ya hefteyî bû û weşana xwe li Stembolê kir.
Piştî ku rojnameya heftane Welat di sala 1994an de hat girtin, li şûna wê bi navê Welatê Me rojnameyeke nû, dîsa bi kurdî û heftane di 20ê çiriya paşîn a 1994an de dest bi weşanê kir.[1] Aynur Bozkurt bû xwediya vê rojnameyê, Zana Farqînî jî berpirsê nivîsaran.
Rojnameya hefteyî Welatê Me bi qasî salekê weşana xwe domand, pişt re jî şûna xwe ji rojnameya kurdî ya hefteyî Azadiya Welat re hişt.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Azadiya Welat, 42:1996, r. 11.
Ev gotara têkildarî rojnameyan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |