Wîkîpediya:Qaîdeyên edebî

Ev rûpel rêbernameyek e ku tevgerên li Wîkîpediya kurdî pênase dike. Ev standard bi gelemperî pejirandî ye divê hemî bikarhêner di hewldana şopandinê bin. Hinek caran bi niyetên pak standardên Wîkîpediya kurdî dikarin bên guhertin û hinek caran îstîsna dikarin bêne cih. Guhertinên bingehîn ên vê rûpelê divên bi hemfehmî û fikrên hevpar ên bikarhênerên Wîkîpediya kurdî bên pejirandin.

Ev rûpel bi kurtî: Rêbernameya Wîkîpediya kurdî, her çend pir caran ji bo Wîkîpediya kurdî taybet be jî, di derbarê xebat û guhertinên hevpar de di nav niyeteke baş de ye. Dema ku guhertin pêk hatin divê pejirandina hevpar a bikarhênerên Wîkîpediya kurdî li ber çav bin. Divê hemî bikarhêner dostane û mirovî bin. Bi vê nêrînê di derbarê çewtiyên bikarhêneran de di beşên gotûbêjan de bi zimanekî rêzdar li ser pirsgirêk yan jî çewtiyan de gotûbêjan bidin destpêkirin. Divê armanca sereke ya bikarhêneran pêşvebirina Wîkîpediya kurdî be.

Di vê rûpelê de hêmanên tevgerên li Wîkîpediya kurdî hatine nivîsandin ku wekî "Qaîdeyên edebî" hatiye binavkirin û li ser çawaniya axaftin û pêwendiya bi kesên din li ser Wîkîpediyayê hatiye nivîsandin.

Bikarhênerên Wîkîpediyayê xwedî raman û çandên cuda ne û xwedî gelek nêrîn, perspektîv û paşerojên cuda ne ku carinan pir cuda dibin. Rêzgirtina ji bo bikarhêneran re, ji bo hevkarîkirinek bi bandorê ji bo avakirina ensîklopediyeke serhêl a neteweyî girîng e.

Prensîpên edebî yên Wîkîpediyayê biguhêre

  • Bi niyetek baş bibîne: Wîkîpediya kurdî heta niha li ser bingeha guhertina polîtîkaya azad kêmasiyên biçûk hebin jî bi awayekî serkevtî heta roja îro hatiye. Mirovên ku li vir in, dixwazin hevkariyê bikin, gotarên baş binivîsin û Wîkîpediya kurdî pêşve bibin.
  • Prensîpên herî girîng bi bîr bîne: Bi awayê ku hûn dixwazin bikarhênerên din bi we re biaxive, win jî bi wî awayê bi bikarhêneran re biaxivin.
  • Em hemî bi dilxwazî ​​li vir in: Li vir tu kes li hemberî keda xwe tu tiştekî nagire. Dema ku te tiştek ji bikarhênerek xwest, jê bipirse; lê mafê we tine ku hûn li hêviya bicihanîna daxwazên xwe yekser bin! Dibe ku ew bikarhêner wê demê neçalak e yan jî di dema bêhnvedan a xwe de ye. Em hemî perçeyekî Wîkîpediyayê ne - Tu dikarî gotarên xwe bi xwe binivîsî, xebatên û tevkariyên ku ji Wîkîpediya re feydeyê wan heye bikî.
  • Nîqaş û êrîşa kesane: Li hemberî nîqaş û rexneyan de bêhnfireh bin û hay ji xwe hebin divê hûn zirarê nedin kesê din. Ji ber ku hûn bikarhênerên Wîkîpediya kurdî ne divê her tim bi rêzdarî bixavin û bi zimanekî fermî binivîsin, bersiv bidin.
  • Hevalbend û mirovî be: Hevalbendî û xweşbîniya we ji bo pisporiya we yê li ser Wîkîpediyayê şahidiyek e. Zimanê xweş danûstandina agahî, afirînerî û motîvasyona bikarhêneran ji bo xebatên baş zêde dike. Ku we xebatekî serkevtî ya bikarhênerek dît wî xebatî bînin ziman. Gotina tiştekî xweş ne ​​pir dijwar e lê bandorek mezin li ser motîvasyona bikarhêneran dike.
  • Bêhnfireh be: Ji bo her kesî rojên xirab hene. Dibe ku ew roj dem hêdî biherike û dem derbas nebe, nefesek kûr bistîne û xwe rehet bihêle. Ew dem stresa we kêm dibe, kesî naşkînin û bi awayekî aqilane tevdigerin.
  • Alîkarî bike: Bi xêrhatineke germ pêşwaziya bikarhênerên nû bike. Alîkarî û rêberiya bikarhênerên nû bikin ku ji xwe re bibin xwedî rê û rêbazên nû û di tevliheviyan de winda nebin. Bersiva gotobêjên ku ji we re hatine şandin bidin û kesekî ku alîkariya we kir, jê re spas bikin. Ha jê hebin ku pirsên bêbersivên ragihandin ên bikarhêneran motîvasyona bikarhênerên nû dişkîne.
  • Lê bibore û ji bîr bike: Her kesê ku demeke dirêj li Wîkîpediyayê xebitiye, di dawiyê de, bi kêmanî carekê dibe ku bi kesekî re şer kiriye. Dibe ku di kêliyên wiha de acizbûn û xeyîdîn normal e lê kîn negirin: Heqaretan ji bîr bikin, her gav ji lêborînê re vekirî bin û piştî demek guncan dawî li nakokiyan bînin. Dibe ku ne bi awayê ku we jê fem kiriye û dibe ku her tişt bi encama şaş femkirinê derketiye holê.

Mijarên têkildar biguhêre