Di nav ensîklopedî û ferhengê de hin ferq û cudahî hene.
Ensîklopedî (Wîkîpediya) çi ye? |
Ferheng (Wîkîferheng) çi ye?
|
- Bi awayekî berfireh li ser mijaran disekine. Bi giştî, bersivên Çi? Kî? Kê? Kengî? û hwd dide xwendevanan û têgînan ronî dike. (Zimanê kurdî X ye. X nivîskar e. X pertûkeke bi navê Y nivîsand. Bûyer di sala X'an de çêbû).
- Nivîskar hertim hevokên bi rêkûpêk bi kar tîne.
- Ji bo her hevwate gotarek tune, gelek beralîkirin heye.
- Li Wîkîpediyayê her gotar bi tîpa girdek dest pê dike.
|
- Agahiyên kurt ser wateya peyvekê, etîmolojî û rêzimana wê dide.
- Peyvan dide fehmkirin.
- Gelek kurte bi kar tîne.
- Ji bo her hevwate rûpelek heye.
- Di Wîkîferhengê de navê rûpelekê bi tîpa hûrdek an jî girdek dest pê dike.
|