Voldemort: Origins of the Heir (fîlm)

Voldemort: Origins of the Heir (bi wateya; Voldemort: Jêdera Paşmagir) pêşçîrokeke nefermî ya fîlmên Harry Potter e. Fîlm ji aliyê derhêneriya Gianmaria Pezzato û Stefano Prestia ve hatiye çêkirin û ji aliyê kampanyayeke fona komî ve hatiye fînansekirin; dirêjahiya fîlmê 52 hûrdem e.Dukesî di bin navê Tryangle Films de dixebite. Piştî nakokiyek zagonî bi parêzerên Warner, xwediyê mafên rêzeya fîlmên Harry Potter re, kampanyaya fona komiyê divê were sekinandin. Lê belê ji ber ku hilberîner li tu qezenceke aborî nagerin, li gorî daxuyaniyên wan, bi Warner re lihevkirinek çêbû û di encamê de fîlm hat pejirandin.[1][2] Dûv re fîlm di 13ê kanûna paşîn a 2018an de li kanala YouTubeê Tryangle Films hate barkirin.

Voldemort: Origins of the Heir
DerhênerGianmaria Pezzato
SenaryoGianmaria Pezzato
Aktor
  • Stefano Rossi: Tom Marvolo Riddle
  • Davide Ellena: Lord Voldemort
  • Andrea Baglio: Wiglaf Sigurdsson (ciwan)
  • Andrea Deanesi: Wiglaf Sigurdsson
  • Aurora Moroni: Grisha McLaggen (ciwan)
  • Maddalena Orcali: Grisha McLaggen
  • Andrea Bonfanti: Lazarus Smith
  • Gelsomina Bassetti: Hepzibah Smith
  • Alessio Dalla Costa: General Makarov
  • Daniele Decarli: Doctor
  • Pietro Michelini: Igor
  • Steven Tomasi: Aurorê sovyet
MuzîkMatthew Steed, Stefano Prestia
ÇêkirinStefano Prestia
Çapkirin2018
Dom/Mawe52 hûrdem
WelatÎtalya
ZimanInglîzî
Terazûn€15,000

Paşxan biguhêre

Li gorî daxuyaniyên wan, ramana pêşçîrokê ji xwendina pirtûka Harry Potter and the Half-Blood Prince hat. Fîlm armanc dike ku bersiva vê pirsê bide ka Tom Riddle çawa bû "efsûnkarê herî tarî ", Lord Voldemort .

Ji ber ku tê xwestin ku fîlm ji rêze ya fîlman bêtir nêzî pirtûkê be, çavên Voldemort di Origins of the Heir de sor in .

Hilberîn û fînanse biguhêre

Fîlm bi rêya kampanyaya fona komî ya li ser platforma Kickstarterê ku di havîna 2016an de dest pê kir û neçar ma ku piştî şerek zagonî bi xwediyê mafên rêzeya fîlmên Harry Potter re were betal kirin, hate fînanse kirin.

Bi tevahî, terazûna fîlmê li dora 15,000 Ewro bû.[2]

Piştî ku nakokiya bi Warner re hate çareser kirin, Tryangle Films yekem trailer derxist û ragihand ku ew ê fîlimê di dawiya sala 2017an de derkeve.Di nav 48 saetan de piştî şandina li ser Facebookê, trailer zêdetirî 30 mîlyon carî hate temaşe kirin.Trailera dawîn, ku tenê di nîvê kanûna paşîn a 2017an de li ser YouTube hate weşandin, 1.3 mîlyon klîk bi dest xist, ji ya yekem pir kêmtir.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kaßler, Annika (29 gulan 2017). "Voldemort: Origins of the Heir: Vielversprechender erster Teaser zum fangemachten "Harry Potter"-Prequel". PC GAMES (bi almanî). Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.{{cite news}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ a b Echites, Giulia (16 kanûna paşîn 2018). "CINEMA Le origini di Voldemort in un film tutto italiano" (bi îtalî). Repubblica.it. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "VOLDEMORT: Origins of the Heir FINAL TRAILER – Fan Film". YouTube. TRYANGLE FILMS. 1 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.