Ursula Poznanski (jdb. 30ê çiriya pêşîn a 1968an li Viyana, Awistirya) nivîskareke awistirî ye. Di sala 2011an de ji aliyê Juriya Ciwanan ve ji bo handana xwe ya bi navê Erebos, Xelata Wêjeya Ciwanan a Alman wergirt. Heta niha zêdetirî 2 milyon pirtûkên wê hatine firotin.[1]

Ursula Poznanski
Jidayikbûn30 çiriya pêşîn 1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAwistirya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Erebos
  • Q16831057
  • Layers Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XelatXelata Wêjeya Ciwanan a Alman (2011)
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan û çalakî biguhêre

Ursula Poznanski li Perchtoldsdorf mezin bû û piştî bidawîbûna Lîseya Roseggergasse bi serkeftî kursên xwendekarên japonnasî , rojnamevanî, dad û şanonasiyê li Zanîngeha Viyana dest pê kir, ya ku, di heman demê de, lê encam negirt.

Di sala 1996an de ew di xaniyê weşanxaneya bijîşkî de wek edîtor xebitiye. Di sala 2000an de, piştî zayîna kurê xwe, ew beşdarî pêşbirka sernayoyê ya Radyoya Awistiryayê bi sernaryoya ji bo komediyek evîniyê kir ; lêbelê, ew ne di nav qezencvanan de bû. Di sala 2001an de,destnivîsa wê Buchstabendschungel ji hêla weşanxaneya Dachs Verlag a awistiryayî hate pejirandin, ku di sala 2003an de hate çapandin. Di salên paş de ew pirtûkên zarokan weşand û li ser romana xwe ya yekemîn a ciwanan de bi hevra xebitî. Lêbelê, gava ku ew fêr kir ku pirtûka wê li gorî pêdiviyên heyî yên bazarê nemîne dema ku li weşanxaneyek pejirbar digere, wê li şûna destnivîsa ji bo handara ciwaniya xwe ya ewil Erebos nivîsand, ku di sala 2010an de ji hêla weşanxaneya Loewe Verlag ve hat çapandin.

Ursula Poznanski bi malbata xwe re li başûrê Viyanayê dijî.

Xelatên wergirtî biguhêre

  • 2005: Xelata Pirtûka Zarokan û Ciwanan a Bajarê Viyana ji bo Die allerbeste Prinzessin
  • 2010: Ulmer Unke ji bo Erebos
  • 2011: Xelata Wêjeya Ciwanan a Almanî ji bo Erebos
  • 2011: Pirtûka Mehê ya JuBu ji bo Erebos (Jubu Crew Göttingen)
  • 2012: Pirtûka Dengî ya Zarok/Ciwanan a ya meha kanûna paşîn a 2012ê ya navnîşa pirtûkên dengî ya Hr2, cîhê 3-ê ji bo Saeculum
  • 2012: Di berhevokê de Xelata Dewleta Awistiryayê ji bo Wêjeya Zarokan û Ciwanan bi Saeculum
  • 2016: Xelata Hansjörg Martin - Xelata Polisyeyê ya Zarokan û Ciwanan 
  • 2018: Xelata Polisye ya Awistiryayê.

Berhem biguhêre

Vanitas-Reihe (Handar)

Handarên ciwanan

Beatrice-Kaspary-Reihe (Handar)

Eleria-Trilogie (Dîstopî)

Pirtûkên zarokan

Kollaborationen

Beiträge zu

  • O Gruselgraus!
  • Wenn du ein Gespenst kennst ...

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Wiener Thrillerautorin Ursula Poznanski: Ihr Bauchgefühl sagt Mord". DerStandard (bi almanî). 14 nîsan 2021. Roja gihiştinê 15 sibat 2023.