Ubuntu

Pergala xebitandina xebatê ya based-based
(Ji Ubuntu GNU/Linux hat beralîkirin)

Ubuntu reşaneyeke (dîstrîbusyoneke) Linuxê ye. Ubuntu bi sponsoriya şîrketa Canonical Ltd (Xwediyê wê Mark Shuttleworth e) ve tê birêxistin. Portala wergerandinê Rosetta jî girêdayî wê ye.

Ubuntu 16.10

Ubuntu bi GNOME dimeşe, lê guhertoyên Ubuntu ji bo KDE (Kubuntu) û XFCE (Xubuntu) jî hene.

Ubuntu bi zimanê zûlûAfrîkaya Başûr tê wateya “ez, ji ber ku tu tu yî, ez im”. Sazkirina Ubuntuyê gelekî hêsan e. Ubuntu Debianê ji xwe re wekî bingeh distîne û xebatên wê ji aliyê Canonical Ltd. ve tên meşandin. Ubuntu, ji her 6 mehan carekê guhertoyeke nû derdixe û 18 mehan piştgiriyê dide guhertoyan.

Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hêsan, ji SuSe Linux, Mandrake Linux û Fedora Coreyê çêtir tê hesibandin. (Sazkirina wê tenê tikandina “enter”ê ye.)

Piştî sazkirinê heke ji malpera http://www.ubuntuguide.org'ê bête şopandin; hemû bernameyên ku bi bingeha Javayê dixebitin, taybetiyên Mozilla Firefoxê yên wekî temaşekirina videoyên bi codec'ên Windows Media Player, bernameyên p2p yên wekî limewire û emule dê peyda bibin.

Guhertoya Ubuntuyê ya 6.06 (Dapper) bi Gnome 2.14 û OpenOfficeyê 2.0.2 tê. Taybetiyeke din a Ubuntuyê ew e ku Ubuntu ji bo kamerayên digital automount bi kar tîne û piraniya kamerayên digital dema ku bi komputerê ve bên girêdan, li ser masê dîska xwe didin nîşandan û ji bo xebatê amade ne.

Ji ber ku Ubuntu, hemû taybetiyên Microsoft Windowsê (yên baş) li dû sazkirineke ku 20-30 deqîqe dem digire, tîne ber destan, di demeke kin de kete nava Linux'ên herî navdar.

Ji ber ku Ubuntu wekî pergala pakêtan APT’eya (Advanced Package Tool) Debianê bi kar tîne, piştî firehkirina repertuarê ji bo bikaranîna nêzî 150 hezar bernameyan destûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê ya fermî CD'yên sazkirinê (install) û CD'yên zindî (live) bê pere û bê sînor tên belavkirin û heta ber deriyê mirov ji mirov re tên şandin.

Kurdîkirina Ubuntuyê

biguhêre

Ubuntu Linux/GNU ji aliyê Koma Pc Kurdê ve tê wergerandin.

Ji bo kurdan girîngiya Ubuntu

biguhêre

Ji bo kurdan heta niha ji %100 Pergaleke Xebatê bi kurdî nîn e. Cara yekem Ubuntu 6.06 zimanê kurdî li xiste nav lîsteya xwe. Ji ber ku tê zanîn piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin û taybetiyên baş ên Windowsê li ser Ubuntu jî hene, ev taybetî ji bo kurdan gelekî girîng e.

Saziyên kurdan ên ku kar û barê weşana kurdî dikin bi Ubuntuyê hêsaniya karê xwe gelekî pêşde dixin. Ji ber ku bi riya Ubuntu OpenOffice.Org jî tê. Bernameyên nivîsê, yên hesab, yên xêzkirinê û gelek ên din li ser Ubuntu hem bi kurdî ne, hem jî kontrola rastnivîsa kurdî dike.

Ubuntu ji her 6 mehan carekê guhertoyekê derdixe. Hejmara guhertoyê li gor sal û meha weşanê ye. Mînak Ubuntu 4.10 di sala 2004 meha 10an de hatiye pêşkêşkirin.

Guherto Dîroka derxistinê Navê kod
4.10 20ê çiriya pêşîn a 2004an Warty Warthog
5.04 8ê nîsana 2005an Hoary Hedgehog
5.10 13ê çiriya pêşîn a 2005an Breezy Badger
6.06 1ê hezîrana 2006an Dapper Drake
6.10 26ê çiriya pêşîn a 2006an Edgy Eft
7.04 19ê nîsana 2007an Feisty Fawn
7.10 18ê çiriya pêşîn a 2007an Gutsy Gibbon
8.04 24ê nîsana 2008an Hardy Heron
8.10 30ê çiriya pêşîn a 2008an Intrepid Ibex
9.04 23ê nîsana 2009an Jaunty Jackalope
9.10 29ê çiriya pêşîn a 2009an Karmic Koala
10.04 LTS 29ê nîsana 2010an Lucid Lynx
10.10 10ê çiriya pêşîn a 2010an Maverick Meerkat
11.04 28ê nîsana 2011an Natty Narwhal
11.10 13ê çiriya pêşîn a 2011an Oneiric Ocelot
12.04 LTS 26ê nîsana 2012an Precise Pangolin
12.10 18ê çiriya pêşîn a 2012an Quantal Quetzal
13.04 25ê nîsana 2013an Raring Ringtail
13.10 17ê çiriya pêşîn a 2013an Saucy Salamander
14.04 LTS 17ê nîsana 2014an Trusty Tahr
14.10 23ê çiriya pêşîn a 2014an Utopic Unicorn
15.04 23ê nîsana 2015an Vivid Vervet
15.10 22ê çiriya pêşîn a 2015an Wily Werewolf
16.04 21ê nîsana 2016an Xenial Xerus
16.10 13ê çiriya pêşîn a 2016an Yakkety Yak

Screenshots

biguhêre

Binguherto

biguhêre

Hinek binguhertoyên Ubuntu hene ku vê felsefeyê diparêzin lê li gor daxwazên bikarhêneran hatine amadekikirin. Hin ji van ninguhertoyan,

Her wisa hinek binguhertoyên ne fermî yên ubuntu jî hene...

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "The Register: Google at work on desktop Linux". Roja gihiştinê 25 nîsan 2006.
  2. ^ "Slashdot: Google working on Desktop Linux". Roja gihiştinê 25 nîsan 2006.

Girêdanên derve

biguhêre