Bername

Rûpelên cudakirinê

Bername an jî program dikare bi du awayan bête danasîn.

Bername di civakê de biguhêre

Mînak bernameya şexsekî ji roj, hefte, meh an jî salekê. Kesek dema ku xwe birêxistin dike û ji bo dema pêş, ji bo xebat û projeyekê dema xwe li gor xebatan dabeş dike, tê wateya ku xwe bi bername dike. Ew dibe bernameya wî an jî wê.

Her wisa jî bernameyên TV, radyo û hin tiştên din jî hene. Bernameyên wisa jî dikarin di vê kategoriyê de cih bigirin. Ew bername jî tişta ku dê bête pêşkêşkirin nayne ziman, lê belê dem û mijara ku ji bo tiştekî hatiye veqetandin tîne ziman. Ango weşana tv, radyo û hwd. jî xwe ji bi bername dikin û bernameya xwe ji gelek bernameyan ava dikin.

Bername di komputergeriyê de biguhêre

Her komputer xebatên xwe bi bernameyekê pêk tîne. Ev bername ji berê ve hatine nivîsîn ku dê karekî çawa bike û çawa bidomîne, heta bi encam bike. Bernameyên komputerê hemû xebata xwe li gor ku bernamenûs nivîsiye dike. Bi tenê çewtiyên ku dike ji dervê vê pîvanê ye.

Bernameyên Komputerê bi dehan caran dibin beş bi beş. Ji bo her karekî gelek bername hene. Di komputerekê de çiqas bernameyên cur be cur hebin komputer dikare ewqas xebatên cur be cur bike. Kapasîteya kirinan a komputeran hinekî jî girêdayî hebûna bernameyan e.

Ji bo kategoriyên bernameyên komputerê vir bitikîne