Torin ji tov rindê tê. Di nava kurdan de ji malbatên arîstokrat re û malbatên ku seroktiya eşîra xwe kirine re torin dibêjin. Di nava eşîrên kurdan de hin torin; Torina Mala Sêrxûn (Sipkî), Torina Mala Şero (Heyderî), Torina Mala Xeybo (Sîpkî), Torina Mala Beyro (Xormekî), Torina Mala Kose (Redkî), Torina Malbatê (Redkî), Torina Mala Emer (Hesenî), Torina Mala Faro (Pencinarî).