Tomte (bi swêdî [ˈtɔ̀mːtɛ] tê xwendin) yan jî nisse (li Norwêc û Danîmarkayê [ˈnìsːɛ] dixwînin) yan tomtenisse yan jî bi fînî tonttu (li Finlandiyayê) di folklora skandînavî de afirandîyekî efsanewî (cûreyê cînekî skandînavî) ye. Di baweriya kevn de, tomte, bi taybetî bi şevan , parastvanê mal û malbata cotkaran e.

Tomte
An illustration of a Tomte from Carta Marina which was made in 1539
KomkirinPerî
WelatSkandînavya
AKA: Nisse

Piraniya caran, tomte / nisse wek kesekî khal û bejnbost e. Dirêjahiya bejna wî li gor hêrem yan jî çîrokê diguhere, gegan dibe tenê çênd santimetro û gegan jî dibe biqasî nîviyê bejna mirovêkî gêhîştî. Dîsan piraniya caran riyekî wî yê dirêj heye û wekê cotkarekî kinc li xwe kiriye. Lê belê , di hin çîrokan de, tomte bi awayekî efsûnî bejn û bala xwe li gor kêfa xwe diguhere û dikane ji mirovekî jî dirêjtir û mezintir bibe.

Ligel ku di piraniya çîrokan de tomte wekî kesekî bejnbost bê taswîrkirin, ew her xwediyê hêzên efsûnî ye ku mirov pê nikanin. Hin çîrok vedibên ku tomte / nisse dikane mirov dînik yan jî felc bike.Tomte zû hêrs dikeve û gelek tişt hene ku hêrsa wî hilbînin, wek nedirûstbûn, nedilovanbûn, yan jî zalîmbûna cotkarekî/ê. Bi taybetî jî bi cotkarên ku bi cotgeh û hewyanên xwe re dilovan û rind nin in, sebra wî nîn bû. Tomte ji hemû heywanan hez dike, kedî yan jî kov. Lê bi taybetî jî kêfa wî ji hespan pir tê.

Bi Xrîstiyanbûna gelê Skandînavya, rola tomte ya di çirokên gelerî de kêmtir bû û bi demên nûjen vir ve jî tenê bi Krîstmisê ve bi sînor bû.

Wekî din bibîne biguhêre

Çavkanî biguhêre