Tolika Bavê Seyro, birinca bi tolikê, bi rizê (birinc) tê kelandin. Di pêjgeha kurd de cihê pincarên biharê gelek e û herwiha yê tolik (pincar)ê jî.

Standarda vê xwarinê nîne, lê heger riz û tolik nebin, nabe "tolika bavê Seyro". Heger sebze yan biharbêhneke din lê bê zêdekirin jê re dibêjin "tolika bi birincê ya filan sebze/biharatê".

Berkelî (melzemeyê xwarinê)

biguhêre
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) riz
  • 1 heb kartol
  • 1/2 lîmon (ava wê)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) rûnê ron (rûnê zeytê yan gulberojê ûêd)
  • Xwê (solin)
  • Hindik şekirê toz
  • 1 baq tolik (pincar)
  • 2 serî pîvaz
  • 1 heb gizêr

Tolikê pakij bişon, mezin hûr bikin. Bi tevî pîvaza hûrkirî berdin nava quşxane, verok, kilince, rûnbirêşkeke kûr yan beroşê, bidin ser agir.

Kartol, riz û gizêrê jî tevlî bikin, bi qasî 3-4 deqeyan biqelînin. 2 SA ava şîregerm berdin navê, xwê, şekirê toz, ava lîmonê jî û bi qasî 20-30 deqeyan bikelînin. Bi germî yan li ser daxwazê, sarî bînin ser destexaneyê (sifre).