Tolik bi sîr û goştê kişandî

Tolik bi sîr û goştê kişandî, avsîra tolikê ya berfiratiyan hêyavkeke pêjgeha kurd e ku bi tolik (pincar)ê didin ser. Heger ava wê zêde û sebzeyên wê li makîneyê hatibe xistin, mirov dikare vê xwarinê bike bin kategoriya şorbeyan jî. Ji xwe li hin deveran bo şorbeyê peyva avsîr tê bikaranîn.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Ravek biguhêre

Tolikê pakij bişon lewra beho û bakterî jî jê hezdikin. Pîvaza hûrkirî û goştê kişandî di nava rûn de biqijilînin. Tolikê jî berdin navê, tev bidin, avê bikin ser.

Tolik nermijî bûn birincê tevlî bikin. Birinc jî keliya, sîrê bi xwê bikutin û bi tevî ava lîmonê berdin nava xwarinê. Du kelan pê bînin û ji ser agir daynin. Bi germî bê servîskirin baştir e.