Til Eren
Til Aran an jî Til Eren peyva "til, tel" di zimanê semîtîk de tê wateya gir. Girekî gelek mezin û qadeke arkeolojîk e. Ji ber derbirîna erebî bûye Til E'ran (bi erebî: تل عرن, lat. Tell Aran), bajarokekî kurdan li başûrê rojhilatê Helebê ye. Bi devera Sifêreyê ve girêdayî ye. Li derdoré 35.000 mirov lê dijîn. 24 km dûrî Helebê ye. Aboriya vî bajarokî li ser cotkarî, baxçevanî û bazirganiye ye.
Til Aran تل عرن | |
Kargêrî | |
Welat | Sûrî |
---|---|
Parêzgeh | Heleb |
Navçe | Sifêre (al-Safira) |
Nahiye | Sifêre |
Demografî | |
Gelhe (2004) | 17.767[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 36°7′23″Bk 37°20′13″Rh / 36.12306°Bk 37.33694°Rh |
Bilindayî | 350 m |
Bûyerên sala 2013an
biguhêreLi gorî agahiyên ku di destpêka meha tebaxa 2013an de hatine ragehandin li bajarokên kurdan ên Til Aran û Til Hasilê grûpên çekdarên ku bi Elnusre û Leşkerê Azad ê Sûriyê ve girêdayî bûn herdu bajarok dorpêç kirine û zêdeyî 350 welatiyên kurdên sivîl desteser kirine û mal û mulkên xelkê van deveran talan birîne.
Wekî din, li dû agahiyan, zêdeyî 70 kurdan jî li ser destê van grûpan hatine kuştin[2].
Çavkanî
biguhêre- ^ www.cbssyr.org
- ^ Rojnameya War, 917, 04.08.2013, Dihok: http://www.rojnamawar.com/direjya%20lat.php?page=view&id=17366&z=2[girêdan daimî miriye]
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |