Tîbet

(Ji Tibet hat beralîkirin)

Tîbet erdê pîroz ê Budîstanê li Asyaya Navîn e.

Cultural/historical, (highlighted) depicted with various competing territorial claims

              Tîbeta mezin li gorî tîbetiyên sirgûnî
  Herêmên otonom ên tîbetiyan li gorî îdareya siyasî ya Çînê
  Herêma Otonom a Tîbetê, Çîn
Wekî parçeyekî Ladakhê ku ji aliyê Hindistanê ve tê îdiakirin û ji aliyê Çîne ve tê îdarekirin
Tîbeta başûr ku ji aliyê Çînê ve tê îdiakirin û ji aliyê Hindistanê ve tê îdarekirin
Deverên din ku di tarîxê de di nav erdên kulturî yên tîbetî de bûne

Gotina Tîbet him ji bo hemû erdnigarê tîbetî, him jî ji bo Herêma Otonom a Tîbetê tê bikaranîn, ya ku piştî dagirkirina herêmê ji aliyê Komara Gel a Çînê ve di sala 1965an de wek îdariyeke siyasî hatibû avakirin. Herêma Otonom a Tîbetê ji niviya herêma çandî ya tîbetan pêk tê û di nava başûrê Tîbetê disekine. Herêmên bakûr û rojhilata erdnigarê tîbetî di nava eyaletên Qinghai, Gansu, Sichuaan û Yunnan de hatine parvekirin. Wextê ku di zimanê çînî de behsa Tîbetê (bi çînî: 西藏, bi tîbetî: བོད་ལྗོངས, །bod ljongs) tê kirin, gotina 'Tîbet' hertim weke şûna Herêma Otonom a Tîbetê tê bikaranîn. Di zimanê tîbetî de jî ev gotin tenê ji bo herêma serbixwe (bêyî herêmên rojhilat ên tîbetî Amdo û Kham) tê bikaranîn. Heger qala hemû erdnigariya tîbetî tê kirin, divê gotina bod çen (Tîbeta Mezin) bê bikaranîn.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre