Theodor Adorno

(Ji Theodor W. Adorno hat beralîkirin)

Theodor Ludwig Wiesengrund Adorno, bi kurtasî Theodor Adorno, fîlozof, sosyolog, mamosteyê muzîkê û bestekarêkî swîsreyî bû. Di 11ê çiriya pêşîn a 1903an li Frankfurt am Main a Almanyayê ji dayik bûye û di 6ê tebaxa 1969an li Vispa Swîsreyê jiyana xwe jidest daye. Adorno profesorê civaknasî û felsefeyê bû. Di heman demê de kompozîtor û muzîkolog û rexnegirê muzîkê jî bû.

Pûlekî salvegera jidayikbûna Theodor Adorno

Salên berê yên Frankfurtê (1903-1924)

biguhêre

Bavê Adorno yê ku bi bazirganiya şerabê debara xwe dikir û dayka Adorno ya ku keça serbazekî bû bi navê Teddie bangî Adorno dikirin. Dayka wî bi eslê xwe ji malbatekî îtalî ya ji Korsîkayê bû. Dayka wî di heman demê de di bin sêwana Qraliya Viyanayê de karê stranbêjiyê jî kiribû. Bavê wî ji eslê malbatekî proyestan yê ku paşê bûbû cihû dihat. Adorno di kolana ku Schopenhauer salên dirêj dêde jiyayî de mezin bû. Di mala bi nimara nehan de hatibû dinê bavê wî dîsa di mala nimara heftan de bazirganiya şerabê dikir. Adorno wek katolîkekî hatibû baptîzkirin. Lê bi bandora mamosteyê xwe yê ronakbîr bû protestan.

Piştî revîna wî ji Almanyaya naziyan

biguhêre

Adorno ronakbîrekî mezin bû. Hema li ser her mijarê xebat û lêkolînên wî hene. Li ser derûnînasiya komî û psîkologiyê jî angaşt û pêşdebirinên wî hene. Ji malbateke bingeh-cihû ye. Di dema nazîstan de direve Brîtanya û paşê jî DYA û li derî welêt dixebite heya nazîst têk diçin. Adorno li ser rêbaza ramandinê ya diyalektîkê jî lêkolîn kiriye. Li ser navê wî li Almanyayê gelek xelat têne dayîn. Bi dehan pîrtûk û bi sedan nivîsên wî hatine weşandin.