Termê Nuhê (komstêr)

Termê Nuhê (Termê Nihê, Termê Nehê) an Dobê Esqer, Hirçê Biçûk komstêreka li nîvkada bakura ezmên dimîne ye. Wek Termê Merxê (Hirçê Mezin) heft stêrên wê jî şiklekî mîna çoçikê pêk tînin. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs qalê kiribû ye û îroj jî yek ji 88 komstêrên îroyîn e. Çima ku stêra bakur jî di vê komstêrê de ye komstêreke muhîm e. Lê ew ê di pêşerojê de ji ber şewişîna tewereya dinê biguhere.

Komstêra Termê Nihê

Stêr biguhêre

Ji ber heft stêrên wek çoçikê dîtina komstêrê hêsan e. Stêra di dawiya destêkê çoçikê de stêra bakur e. Stera Bakur bi dirêjkirina xêza zahîrî ya ji du stêrên li paşiya çoçika Termê Merxê re jî dikare bê dîtin. Stêra geştirîn ya komstêrê, bi qedra xwe ya zahîrî ya 2.02, stêra bakur e.

Şeş stêrên
Nav Qedra Zahîrî Dûrî
(Salên Roniyê)
  Stêra Bakur       2.02      430
  Kewkeb       2.07      126
  Ferqad       3.00      480
  Yildûn       4.85      185
  Ehfa el Ferqadîn       4.32      376
  Enwar el Ferqadîn       4.95        97