Temz navê dahla gundê Girik li ser Meşkina bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ye. Kes nizane ku çima navê wan dehl û wan baxçeyan temz e. Her wiha navê çiyayê wê jî Pozî Bîra an jî Pozê Bîran di dîrokê de wekî Horban hatiye nasîn.

Li gor ermeniyan Horban ji gotina Qurban tê. Li gor hin dîroknasan Horban ji gotina Ûrban tê, ûr bajar e û ban jî bilindahî ye û ûrban tê wateya bajarê bilind.

Lê di pirtûkên dîrokê de ji bo vî gundê ku ev çiya û ev keleh li ser heye, tiştek nayê gotin. Her çiqas em dizanin li Herêma Mêrdînê bajarekî dîrokê yê winda heye jî, dîroknas dibêjin ku ew bajar li başûra rojhilatê Mêrdînê ye. Lê Horbanê ku li kêleka Temzê û Girik e, bi ser Meşkîna Lêf ve ye û li Rojavaya Mêrdînê ye.