Tefsîra Quranê kitêbeke ji Kamiran Alî Bedirxan e. Despêka kitêbê di hejmarên kovara Hawar û ên Roja Nû dihate weşandin. Piştî ko ev herdû kovar xilas bûn weşandina kitêbê jî qediya. Di sala 1971ê de bi navê "Ji Tefsîra Quranê"[1] qetên ko heta hingî di wan kovaran de hatibûn weşandin hatine komkirin û weşandin.

Tefsîra Quranê
Nivîskar Kamiran Alî Bedirxan
Dîrok 2020 û 2021
Weşanxane Weşanên Avesta

Di sala 2015a de şuxilê komkirina desnivîsên Kamiran dest pê kir û heta sala 2020a dewam kir.[2] Netîca vî şuxilî jî weke kitêbekê ji Weşanên Avesta hate weşandin.

Di kitêbê de hemû sûre nînin û di hineka de jî hemû ayet nînin. Ji ber ko qetek ji nivîsê ji metnê destnivîs hatiye, hinek gotinên ku nedihatin xwendin bi (...) hatine guhertin.[2] Di weşana nû de xeletiyên wergerê hatine edilandin lê rêziman û şiklê nivîsê nehatiye guhertin. Ji ber wê divê yek dêhnê xwe bidiyê wextê ko yek bixwîne ji ber ko hinek tişt xelet karin werin fêmkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Alî Bedirxan, Kamiran (1971). Ji Tefsîra Quranê. r. 0.
  2. ^ a b Alî Bedirxan, Kamiran (2021). Tefsîra Quranê. Weşanên Avesta. r. 27. ISBN 978-625-7253-09-3.