Tefş û gok lîstikeke kurdî ye.

Awayê lîstinê biguhêre

Ser erdê hinekî kûr dike û kevirekî gilover datîne ser û xêzikeke jê dûr çêdike. Lîstikvanek li ber kevirê gilover disekine û pey re lîstikvanên dî jî her yekî dirajine kevirekî û bi dorê kevirê xwe davêjin vê gokê heta li ve gokê bixin. Yê ku kevirê xwe avêt û lê nexist dibe bisekine heta hevalên wî yên dî li gokê bixin. Ku kevirên va li gokê ket dibe yê li ber vê gokê herê goka xwe bîne bixe cihê wê. Di wê gavê de lîstikvanên din jî diçine ser kevirê xwe dirajine û dîsa tên cihê xwe. Ku gok ketibe cihê xwe yên ku kevirê xwe avêtibûn nikarin rajin kevirê xwe. Divê pêşî piyê xwe deynin ser kevir (ji verê digotin kiloç) peyre bi herdû piyê xwe kevir deynin ser piyê kî xwe û bi piyê xwe kevir rakin banî û bi destê xwe bigirin. Eger bi piyên xwe kevir rakin dikarin werin cihê xwe. Ku nikaribin û kevirê xwe bidin erdê yê li ber gokê dibê bide pey wan û destê xwe li wan bixe . Di wê demê de lîstikvanên din jî kevirê xwe davêjin gokê ku lê bixin. Ku kevirê lîstikvana li gokê bikeve û gok ji cehe xwe derkeve dibe ew ê li ber gokê dîsa here goka xwe bîne têxe cihê wê. Eger lê nexin û yê li ber gokê destê xwe bide yê ku kevirê xwe dabe erdê ew dibe dora wî yê li ber gokê. Di dawiya lîstikê de ku hemû lîstikvan kevirê xwe avêt bin û li gokê ne xistibin dibe baz bidin û piyê xwe deynin ser kevirê xwe û bêjin kloç di wê demê de yê li ber gokê jî bide pey wa û destê xwe li wan bide. Di vê lîstikê de ku gok ne li cehe xwe bê lîstikvan kevirê xwe tenin ser qula gokê û li qulê dixin dema ku li qulê dixin dibêjin `çay ji min re jehr ji te re` ev gotin eger gok ne li cihê xwe be yên ku kevir avêtin dirajine kevirê xwe û li cihê gokê dixin heta gok were.

Çavkanî biguhêre