Pûlhezî
Pûlhezî lêkolîna pûlên posteyê û dîroka postayê ye. Her weha behsa çalakiyên berhevkirin, texdîr û lêkolînên li ser pûl û hilberên din ên pûlheziyê dike. Pûlhezî ji berhevkirina pûlan an lêkolîna posteyê pê ve tiştek din digire; gengaz e ku meriv bê xwediyê pûlekî be pûlhez be. Wekî mînak, pûlên ku têne lêkolîn kirin dibe ku pir kêm bin an tenê li mûzexaneyan bimînin.