Ursula K. Le Guin

Nivîskara amerîkî ya honaka zanistî û fanteziyê
Guhartoya 18:59, 9 nîsan 2018 ya ji aliyê Avestaboy (gotûbêj | beşdarî) (Rûpela nû: "Ursula Kroeber Le Guin (z. 21. kewcrê li Berkeley, Kalîforniya bi navê Ursula Kroeber;m. 22. rêbendan li Portland , Oregon ) Ursula K. Le Guin wekî yek ji nivîskarên mezi...") ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Ursula Kroeber Le Guin (z. 21. kewcrê li Berkeley, Kalîforniya bi navê Ursula Kroeber;m. 22. rêbendan li Portland , Oregon ) Ursula K. Le Guin wekî yek ji nivîskarên mezin ê wêjeya fantezî û honaka zanistî dihat nasîn. Wê ligel berhemên di vî warî de helbest, ji bo metnên şanoyê ked da. Ew di sala 1951'ê de ligel Charles A. Le Guin zewicî, sê zarokên wan çêbûn.  Ursula K. Le Gun di destpêka salên 1960'î de dest si wêjeyê kir. Di sala 1962'yan de yekem pirtûka wê ya çîrokan hat weşandin. Pêre li gelek zanîngehan ders da, gelek gotarên wê hatin weşandin. Di sala 1969'an de "Destê Çep ê Tarîtiyê" weşand û bi vê du xelatên mezin ên cîhana pevxistina zanistî xelata Hugo û Nebula girtin, bi vê yekê navdar bû. Di sala 1974'an de romana pevxistina zanistî ya utopîk "Bêmilk" nivîsî û 1975'an de carek din xelata Hugo û Nebula girt. Di sala 1973'yan de bi "The Farthest Shore" xelata neteweyî ya DYA'yê "National Book Award" ku ji bo pirtûkên zarokan tê belavkirin girt. Di sala 1990'î de carek din xelata Nebula girt. Pirtûkên wê ji 40'î zêdetir ji bo zimanan hatine wergerandin. Nivîskara navdar Ursula K. Le Gun di 88 saliya xwe de bi dehan pirtûkên xwe li dû xwe hiştin û xatir xwest. Kurê wê Theo Downes-Le Gun got ku diya wî roja 22'yê mehê wefat kiriye. Piştî mirina wê yek ji nivîskarên din ê vî warî Stephen King ji ser twitterê re ji bo wê wisa nivîsî: "Ew ne tenê nivîskareke honaka zanistî bû, ew îkonayeke wêjeyê bû."