Pirtûka Saturn ji aliyê Remezan Alan hatiye nivîsîn.

Saturn bi vegêrana cinekî bi navê Ibn Pitat dest pê dike ku ev cin metnekê dinivîse û tê de xitabî mirovan dike û derbarê ramanên wan ên li ser cinan dide nîşan. Ez efrîdek im. Cin im yanê. We xelet nebîhîst, na. Cin im ez. Ji min re dibên Gerrok Ibn Pitat. Yanê gerrokê kurrê Pitat. Ew ê xeberxweş! Geştgîn im ez. Guhdêr û çavdêrek,an gunkun û dîdevanek! Çima guhbelî li we ket çi bû? Hun çima şaş bûn we ji ber çi birûyan bi ser şikbariyê de xwar kir? (r.11) Em dikarin bibêjin ku sê tebeqeyên sereke yên çîroka satûrn hene: Çîroka Cinan, çîroka ku îlhama xwe ji Memê Alan girtiye û çîroka nivîskarê ku metna wî li sînemayê hatiye adaptekirin. Beşa yekem bi çîroka cinan dest pê dike. Di beşa dawî de tê fêrbûn ku esasen ev filmek û ji ber romana nivîskarekî hatiye adaptekirin çîroka wî nivîskarî lê hatiye zêde kirin. Di beşa yekem de mîrê cinan Mircin aciz e û bang li geştgîn Ibn Pitat dike da ku ew û hinek cinên din jê re çîrokan bibêjin. Beşa sereke ya romanê destana Memê Alan wek binmetnekê wergirtiye û li ser wê hatiye ava kirin. Kalek tê xewna Mîr kalanê kordûnde û tembîhê Zelixaya Kor û şeht bîne da ku bibe xwedî kurekî û Bengîn ji vê zewacê diwelide. Textê xewbanû bi destê cinan tê veguhastin bo odeya Bengîn û dîsa wê de ji xewbanû bawer dike ku Bengîn hatiye odeya wê, pê re hêrs dibe û piştî ku mesele tê famkirin, her du ciwan ji hev hez dikin û wek çîroka Memê Alan gustîlan diguherînin. Zimanê Pirtûkê: Di pirtûkê de pirdengî û pirrengî heye. Yanê ne tenê çîrokek an jî vebêjerek heye. Li vir sê mijarên cûda hene, ya yekem Ibnî Pitat , ya din jî Mêrê Cinan yek jî Bengîn. Yanê pirtûkek heye lê çîrokek tenê tine. Herkes çîroka xwe dibêje. Atmosferek efsûnî heye ew rewş jî zêdetir bala mirov dikşîne. Em dibînin ku Saturnê de metnên ne-edebî, çîrok, stran, pêkenok, zimanê romantîk û sehneyên dramatîk jî hene. Roman çend rojên berî çûna Memê Alan ji xwe re kiriye mijar. Remezan Alan destaneke devkî wergirtiye û ji hêla dem,cih, lehengê ve kontexteke nû çêkiriye.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre