Gastrît (Gastritis) nexweşiyeke madeyê ye û bi werimgirtina mûkoza madeyê xwe dide der.

Hin elementên kîmyayî dengeya baz û asîtê ya organîzmayê xerabdikin lewra ew li dijî amadekirina sirûştê ne. Bo mînak alkol, sîgara, xwarinên têr hormonî hwd mûkozaya madeyê dixurifînin, ziyanê didin. Dîsa hin nexweşiyên mîkrobîk û alergîk jî ditetikînin.

Xwe bi êşa madeyê, madelihevketinê, bêmadeyî, verêş û bêaramiyê nîşandike. Gorî sedemê terapî tê amadekirin. Heger sedem bê zanîn terapî hêsan e. Hin caran xwe bi êşa organên din dide der lê ev kêm e. Bo mînak êşa singê, êşa dil hwd.

Heger nexweşî dijwarî terapî dibe û domdar e, bijîşk dikevin şikên din. Wekî kêmbûna xwînê, kêmbûna hesin di xwînê de hwd. Dengeya baz û asît û jinûveavakirina wê bingeha terapiyê ye.