Bîrdoziya xilîska deziyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî) BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 6:
== Rûdana xilîska deziyan ==
[[Wêne:Sarkomer ku.png|thumb|454x454px|Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike. ]]
[[Peykeremasûlke]] di bin bandora [[Koendama demarê|koendama demare]] de kar dikin. [[Erkê kar|Demareragihandinên]] ji [[Demaxê mirov|demax]] an jî ji [[Dirkepetik|dirkepetikê]] dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Rîşalên demar bi masûlkerîşalan ve [[gehînke]] ava dikin. Gehînkeya di navbera demarê livînê (bi înglîzî: ''motor nerve'') û peykeremasûlkeyê, wekî [[gehînkeya demarûmasûlke]] (bi înglîzî: ''neuromuscular junction / myoneural junction''.) tê navkirin. Demar bi kotahiya [[Tewere|tewereyê]] bi sarkolemaya masûlkerîşalan ve [[gehînkeya kîmyayî]] ava dikin. Ji kotahiya tewereyê [[Gehînkeya kîmyayî|demareguhêzera]] (bi înglîzî: ''neurotransmitter'') bi navê asetîlkolîn (ACh) tê derdan<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Gava demareguhêzer xwe li ser sarkolemaya masûlkerîşalê girê didin, sînyalên elektrikî, bi şeweyê sînyalên kîmyayî diguhêzînin ser rûyê sarkolemaya masûlkerîşalê. Ev rewş li ser rûyê sarkolemayê de [[erkê kar]] dide destpêkirin. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: ''T tubule / transverse tubules'') tên navkirin. Dema
== Gavên girjbûna masûlkeyan ==
1. Di demarexaneya livinê (bi înglîzî: ''motor neuron'') de erkê kar digihîje kotahiya tewereyê<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Ji tewerekotahiya demarexaneya livînê demareguhêzer tê derdan. Asetîlkolîn demareguhêzera taybet e ji bo xaneyên masûlkeyan. Demareguhêzer ji gehînkeyê derbas dibin û xwe li ser wergirên masûlkerîşalê ve girê didin. Wergirên masûlkerîşalê li ser rûyê derveyî sarkoplazmayê de cih digirin. Bi girêdana asetîlkolînê, di xaneya masûlke de cogên ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] masûlkerîşalê ve dibin û sodyumên derveyê [[Xane|xaneyê]] bi navbeynkariya cogan ber bi nav masûlkerîşalê diherikin. Ev rewş li wê bêşê xaneyê de dibe sedema çêbûna [[Erkê kar|berevajîbûna cemsergiriyê]] (bi înglîzî: ''depolarization''). Bi berevajîbûna cemsergiriyê, di masûlkerîşalê de [[erkê kar]] (bi înglîzî: ''action potential'') dest pê dike<ref name="medical physiology" />.
2. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe û ji retîkûlûma sarkoplazmî iyonên kalsiyumê yên embarkirî dide derdan.
[[Wêne:Gavên girjbûna masûlkeyê ku.png|thumb|456x456px|Ji tewerekotahiya demarexaneya livînê asetîlkolîn tê derdan.]]
3. Kalsiyum (Ca <sup>2+</sup>) bi troponînê ve girê dibe û şêweyê
4. Bi çalakiya [[Enzîm|enzîma]] ATPaz, ATP ya bi miyozînê ve girêdayî hildiweşe bo ADP+ P<sub>i</sub><ref name="OpenStax, Biology" />. Enerjiya ji hilweşîna ATP peyda dibe, ji bo çalakkirina serikê miyozînê tê bikaranîn. Serikê çalakbûyî yê miyozînê piçek rep dibe, bi deziyê aktînê ve girê dibe û [[panîpire]] ava dike<ref name="OpenStax, Biology" />.
Rêz 22:
6. Bi peydabûna hêza paldanê, miyozîn, deziyê aktînê ber bi navenda sarkomerê ve kaş dike, masûlkeyê kin dike. Di heman demê de ADP jî ji serikê miyozînê vediqete.
7. Serikê miyozînê bi ATPyek nû ve tê girêdan û serik ji aktînê cihê dibe. Heke li hawirê bi têra xwe kalsiyum hebe, ango xestiya kalsiyumê zêde be, çerxa girjbûnê ji gava 3yê pêve dûbare dibe<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>.
8. Heke dawî li demareragîhandinan were, iyonên kalsiyumê ber bi nav retîkûlûma serkoplazmî ve tên pompekirin û li wir
== Çavkanî ==
|