Qewal: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 109:
Bi rastî dema ku mirov bixwaze karên qewal pê radibin, rêzbike, divê hingê mirov xizmeta wan î dînî ya bi cî tînin, bide ber çavan. Hingê mirov dizane, ku dewrê qewalan çiqas mezin û pîroz e û qedrê wan çiqas giranbuha ye. Mirov dikare bibêje, ku ew giyan û nefesê di ber baweriyên oldarî de dikin. Bi saya wan rewş û berdewamî dayê giyana olî û heta îro felsefa dînê Êzîdiyan karibûye bimîne û nemire.
 
Ji bo vê yekê ez dixwazim her Êzîdiyekî dilsoz, xwudan bext, dengê xwe bilind bike û bibêje : Bila dibistanên qewalan bêne vekirin, bila em nehêlin destgeha qewalan zehif bibe, jiber ku koka dînê Êzîdiyan li ser aliyê hiş û hisî hatiye avakirin, ne wek li ser aliyê şirîet û kitêban (pirtûkan). Ji bo vê yekê mesela ruhî, mûzîk (Def û Şibab), gotina şîret û mishabetan roleke mezin di baweriya Êzîdiyan de dilîzin. Bi tenê ezê çîroka dûristkirina Adem û çawa ruh nedihate berdan, bibêjim.
 
Ji ruh re gotine : "Ji bo çî tû nakevî ber giyanê [[Adem]] ?"